Polîsan êrîşî KHK’iyan kir

Polîsan êrîşî KHK’iyên ku dixwestin derbasî Navenda Giştî ya HDP’ê bibin kir. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn û 2 kes jî hatin binçavkirin

Çalakiya kesên bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatibûn derxistin a dê li Eywana Yilmaz Guney a Enqereyê bihata lidarxistin, ji aliyê walîtiya Enqereyê ve hate qedexekirin. KHK’iyên ku piştî qedexeya walîtîyê xwestin îro bên serdana navendên giştî yên HDP û SP’ê, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Beşeke çalakvanan KHK’î ketin Navenda Giştî ya HDP’ê. Li ser vê yekê polîsan kuçeya ku Navenda Giştî ya HDP’ê lê ye ji çûn û hatinê re girt. Welatiyên dixwestin di kolanê re derbas bibin jî polîsan di kontrola Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin û paşve şandin. Ji ber vê pêkanîna polîsan jî di navbera polîs û parlamenterên HDP’ê de rageşî derket.

Êrîşî çalakvanan kirin

Gengeşiya li ber Navenda Giştî ya HDP’ê hê jî didome. Her wiha KHK’iyên ku ji Stenbol û bajarên din hatibûn jî di têketina Eqnereyê de hatin sekinandin. KHK’iyan xwestin bimeşin û rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn û 2 kes jî hatin binçavkirin. ENQERE

Dikarî Biecibînî