‘Pêngava qursên zimanê kurdî ya ÎSMEK’ê başe lê têrê nake’

Kurdên li Stenbolê hewldana CHP’ê ya ji bo vekirina qursên zimanê kurdî weke gavekî erênî nirxand. Welatiyan destnîşan kir ku zimanê kurdî divê bi qursan neyê bisînorkirin û divê mîna tirkî bibe zimanê perwerde, tenduristî û hwd. Welatiyan got ku qurs gavekî baş e lê têrê nake

Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu beriya hilbijartina 23’yê hezîranê gotibû ku li gorî daxwazê, dê li Qursên Huner û Pîşeyê ya Perwerdeyê ya Şaredariya Stenbolê (ÎSMEK) qursên zimanê kurdî bên vekirin. Serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî demek berê got ku dê li ÎSMEK’ê qursên zimanê kurdî dest pê bikin û mamosteyên zimanê kurdî li wir îstîhdam bikin. Têkildarî mijarê kurdên li Stenbolê axivîn.

Ji welatiyan Abdulhekîm Alptekîn diyar kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene û wiha domand: “Bêguman hînkirina kurdî ya bi qursan dê kêm bimîne. Kurd hemwelatiyên vî welatî ne. Li meclisê bi ingilîzî, fransî û erebî û hwd. tê axaftin. Lê belê dema wekîlên kurd bi kurdî diaxivin weke ‘zimanê nayê zanîn’ di qeydan de tê derbaskirin. Neheqiyeke mezin li kurdan tê kirin. Divê cihên ku kurd lê zêde ne, dibistanên bi kurdî bên vekirin. Ez weke kurdek bi tirkî baş dizanim lê çima tirkek bi kurdî nizane? Zimanê dayikê weke şîrê dayikê helal e û kes nikare vî mafî ji destê kurdan bigire. Divê di perwerdeyê de kurdî û tirkî weke hev bibe û kurdî di destûra bingehîn de mîsoger bibe.”

‘Kurd divê ewilî hînî kurdî bibin’

Orhan Aydogdu jî hewldana CHP’ê erênî nirxand û wiha got: “Heke fikrekê wan hebe bila demildest bixin meriyetê. Kesên li dijî kurdî bila biçin li Çanakkaleyê binêrin. Kurd û tirk bi hev re di gorê de ne. Niha li gelek deverên Stenbolê tabelayên bi ingilîzî, almanî û erebî hatine daliqandin. Lê tenê tabeleyeke bi kurdî nîne. Keça min nizane bi tirkî biaxive. Em kurd in, dê ewilî hînî kurdî bibin. Piştre jî bila bo xwe zimanên din hîn bibe. Vekirina qursên kurdî ji bo destpêkê dê baş bibe. Heke tenê bi vê yekê re sînor bimînin dê kêm bimîne.”

‘Divê navçeyên Stenbolê jî gav biavêjin’

Welatiyê bi navê Aydin Duman jî nenaskirina zimanê kurdî wî aciz dike û vekirina qursên zimanê kurdî bi erênî nirxand. Mehmet Emîn Duygun jî da zanîn ku ya girîng ne gotin, kirine û wiha derbirî: “Divê şaredariyên navçeyan jî di vê mijarê de gavan biavêjin. Li Stenbolê bi milyonan kurd hene. Divê pêşdaraziya gelên rojavayê Tirkiyeyê ya li hemberî kurdî bê şikandin.”

‘Divê mîsogeriyeke fermî ya qursan hebe’

Têkildarî mijarê rêveberê Komeleya Lêkolînen Kurdî Eyyup Subaşi jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em der barê van qursan de xwedî agahî nînin. Vekirina qursan gelo dê bibe çareseriyeke bingehîn? Lazime perwerdehiya kurdî were berfirehkirin û belavkirin. Pêwîste kurdî li qada perwerdeyê, tenduristiyê û xizmetê berbelav bibe. Bi vê yekê re dê çareseriyeke adil û demokratîk pêkan be. Divê micid nêzî kurdî bibin. Ya herî girîng jî ew e ku divê kurd û zimanê kurdî li Tirkiyeyê bi fermî bên naskirin. Ger mîsogeriyeke fermîbûnê nedin qursan, dibe ku sibe bên girtin jî. Divê di warê hiqûq û fermiyetê de mîsoger bibe.” STENBOL