Li Amedê 3 kes hatin binçavkirin

Polîsan şevê din li Peyas a Amedê bi ser malan de girt. Di encama serdegirtina malan de hevserokê HDP’a Peyasê û 2 welatî hatin binçavkirin

Polîsên dewleta tirk duh bi şev li navçeya Peyas a Amedê bi ser malan de girt. Yek ji van malan jî ya hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Peyas a Amedê Kadrî Akkaya bû. Akkaya di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.

Her wiha di encama serdegirtina malên welatiyên bi navên Şenol Fîdan û Gamze Gulan de jî her du welatî hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin derbasî Midûriyeta Polîsan a Bajêr hatin kirin.

Hat diyarkirin ku polîsan di serdegirtinên malan de derî şikandine û di lêgerînan de jî alavên malan belav kirine. AMED

Dikarî Biecibînî