Li Çelê 2 zarok di Çemê Zê de xeniqîn

Li gundê Biyadire yê Çelê 2 zarokên ku dixwestin di Çemê Zê de avjeniyê bikin, xeniqîn

Li gundê Biyadire yê navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 zarokan xwest di Çemê Zê de avjeniyê bikin. Lê zarok li ber ava Zê ketin û di Zê de xeniqîn. Cenazeyê her du zarokên ku temenê wan di navbera 13-15 salî de ne, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê.

Hat diyar kirin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. COLEMÊRG

Dikarî Biecibînî