Welatparêzê kurd Dogan Kiliç li Parîsê rehmet kir

Welatparêzê kurd Dogan Kiliç ku ev demek bû li Parîsê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, îro rehmet kir

Welatparêzê kurd Dogan Kiliç ku ev demek bû li paytexta Fransayê Parîsê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, rehmet kir. Ji bo Kilinç malbata wî şîn danî.

Kilinç di sala 1981’an de ji navçeya Nûrdagi ya Dîlokê koçî Fransayê bûbû û ev demekî dirêj bû li Parîsê dijiya. Kilinç ev demek bû ku ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin.

Cenazeyê Kilinç li gundê Xortlar ê Nûrdagiyê hate definkirin. Malbat û hevalên Kilinç li Navenda Çanda Kurd a Parîsê taziye qebûl kirin. PARÎS