Hêzên gerîla wesayîta zirxî îmha kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li dijî wesayîteke zirxî çalakî pêk anî û wesayît îmha kir. HPG’ê ragihand ku di bombeberan û pevçûnan de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye

Şer û pevçûnên di navbera hêzên gerîla û artêşa tirk ên li bakur û başûrê Kurdistanê bênavber didome. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û pevçûnên dawî daxyaniyeke nivîskî parve kir.

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 5’ê cotmehê de li ser rêya di navbera Rûbaroka Şemzînan a Colemêrgê û Qada Tepê Xwedê de li dijî wesayîta zirxî ya Kobra û leşkerên li dora wê çalakiyek li dar xistin. HPG’ê destnîşan kir ku di vê çalakiyê de wesayîta zirxî hate îmhakirin. HPG’ê diyar kir ku ku bi qasî hatiye zelalkirin, di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. HPG’ê da zanîn ku yekîneya wan bi silametî li baregeha xwe vegeriya ye.

2 gerîla şehîd bûn

Di berdewamê de jî HPG’ê ragihand ku di 1’ê cotmehê de artêşa tirk li dijî Qada Pirê ya Çelê ya Colemêrgê êrîşeke hewayî pêk anî û di êrîşê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest da û dê nasnameyên gerîlayên piştre aşkera bikin. HPG’ê daxuyand ku hêzên artêşa tirk di 4’ê cotmehê de jî qada Deşta Xanê ya Çelê bombebaran kiriye lê tiştek bi hêzên wan nebûye.

Îstasyona bazê îmha kirin

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di 5’ê cotmehê saet di 19.00’an de li dijî îstasyona bazê ya li qada Şehîd Mizgîn a navçeya Tetwanê ya Bedlîsê çalakiyeke sabotajê pêk anî û îstasyona bazê îmha kir.

Êrîşên hewayî

Daxuyaniya HPG’ê wiha dom kir: “Di 6’ê cotmehê saet di 07.30’an de balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker derdora Deşta Nehlê û gundê Çemrobotkî yên qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Di vê êrîşê de tiştek bi hêzên me nehat lê agir bi daristanê ket. Di 5’ê tîrmehê de jî hêzên me li nêzî gundê Sartos ê Pilûr a Dêrsimê li dijî klubeyeke nobetê çalakiyek li dar xistibû. Piştî vê çalakiyê operasyon hatibû destpêkirin. Di şerê vê operasyonê de rêhevalê me Brûsk (Yûsûf Bencîk) şehîd bûye.”

Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da wiha ye: “Yûsûf Bencîk (Brûsk Riha) li Rihayê ji dayik bû. Di 5’ê tîrmeha sala 2019’an de li Pilûr a Dêrsimê şehîd bû.”

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Di 21’ê tîrmehê de jî artêşa tirk a dagirker li qada Kara Cehennem a Çewlikê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de rêhevalê me Têkoşer (Nesîm Atay) şehîd bû.”

Nasnameyê gerîlayê jiyana xwe ji dest da wiha ye: “Nesîm Atay (Têkoşer Awaz) li  Mûşê ji dayik bû. Di 21’ê tîrmeha sala 2019’an de li Çewlikê şehîd bû.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî