Gelê Hesekê: Em ê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin

Bi hezaran welatiyên kantona Hesekê ji bo protestokirina gefên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê, herikîn ser sînor. Welatiyên ku li ber baregeha koalîsyona navdewletî kom bûn diyar kirin ku dê bi tu awayî rê nedin ku dewleta tirk û heta dawiyê jî dê destkeftiyên xwe biparêzin

Bi hezaran welatiyên ji pêkhateyên kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk, li ber baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ya li Til Erqem ê Serêkaniyê kom bûn û çalakî li dar xist.

Welatî ewil li bajarokê Til Helefê li ser sînor kom bûn û ber bi Til Erqemê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên weke ‘Hilweşe hilweşe dagirkerî’ û ’Yek e yek e gelê Sûriyeyê yek e’ berz kirin. Tevî bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan, rûspiyên êlên kurd û ereban û nûnerên rêxistin û partiyên siyasî jî amade bûn. Welatiyên ku gihiştin Til Erqemê, li ber bargeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê kom bûn.

Bi hêzên koalîsyonê re hevdîtin kirin

Li ser navê girseyê şandeyeke ji rûspiyên êlên kurd û ereb ên kantona Hesekê û meclisên wê, ji bo ku daxwazên xwe ji hêzên koalîsyonê re parve bikin, derbasî baregehê bûn. Şande bi fermendarên leşkerî re hevdîtin kir û name radest kir. Di nameyê de bang li koalîsyonê hate kirin ku dawî li gefan bînin.

‘Em daxwazên dewleta tirk red dikin’

Di hevdîtinê de serokê Meclisa Rûspiyên Kantona Hesekê û serokê Meclisa Qebîleya El Cibûrê, Fewaz El Zewba axivî û got ku ew ne şer, diyalog û aştiyê dixwazin. El Zewba got ku ew herêma bi ewle ya ku dewleta tirk qala wê dike bi tu awayî qebûl nakin. El Zewba diyar kir ku gefên dewleta tirk bandorê li ser şerê wan ê li dijî terora DAIŞ’ê dike.

Fermandarên hêzên koalîsyonê jî destnîşan kirin ku ew girêdayî hevpeymanê ne dê herêmê ji hemû xetereyan biparêzin. Fermandaran got ku dê nameya şandeyê bigihînin rayedanên payebilind ên koalîsyona navdewletî.

‘Em pişta xwe didin hêzên xwe bi xwe’

Di çalakiyê de herî dawî jî hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û daxuyand ku ger dewleta tirk êrîş bike, dê bê bertek nemînin. Oso got ku wan di şerê li dijî terorê de 11 hezar şehîd dane û dê dev ji destkeftiyên xwe bernedin. Oso bi lêv kir ku ji bo parastina xwe jî ew pişta xwe nadin hêzên derve, bi temamî didin hêzên xwe yên leşkerî. HESEKÊ

Dikarî Biecibînî