Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê li dijî êrîşan gelê xwe biparêzin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Mihemed Hac Mehmûd da zanîn ku ew ê li gorî peymana di navbera hêzên wan, DYA û dewleta tirk de tevbigerin. Mehmûd diyar kir ku ger dewleta tirk vê peymanê binpê bike ew ê gelê xwe biparêzin

Gefên dewleta tirk ên li ser sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê di lûtkeyê de ne. Weke ku tê zanîn ku di çarçoveya ‘Mekanîzmaya Ewlehiya Sînor’ a bi dewleta tirk re HSD’ê hêzên xwe yên leşkerî û çekên giran li ser sînor vekişandin. Noqteyên xwe yên parastinê hilweşandin û yên din jî radestî meclisên leşkerî yên herêmî kirin. Li seranserî sînorê Girê Spî û Serêkaniyê HSD’ê ev peyman pêk anî. Di heman demê de hem ji bejahî û hem jî ji hewayî ve hêzên koalîsyonê û yên dewleta tirk dewriyeyên hevbeş kirin.

Lê tevî vê lihevkirinê jî gefên dewleta tirk zêdetir bûn û civaka navdewletî jî li dijî van gefan tu helwest nîşan nedan. Têkildarî mijarê Qesra Spî îro daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dê dewleta tirk di demekî nêz de êrîş bike lê ew dê tev li vê êrîşê nebin. Der barê van geşedanan de berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Mihemed Hac Mehmûd ji ANHA’yê re axivî.

Binpêkirina peymanê

Mehmûd anî ziman ku piraniya bendên mekanîzmaya ewlehiyê ya ku HSD, DYA û Tirkiyeyê li ser li hev kiriye, pêk hatin û wiha domand: “HSD’ê hêzên xwe û alavên leşkerî vekişand da ku parastina sînor radestî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bike. Dewriyeyên hevbeş ên di navbera Meclisa Leşkerî ya Girê Spî û koalîsyona navdewletî de jî li gorî peymanê pêk hatin. Em li gorî peymanê tevdigerin. Armanca me jî parastina ewlehî û aramiya herêmê ye.Ger ku dewleta tirk vê peymanê binpê bike em teqez dikin dê gelê xwe biparêzin.” GIRÊ SPÎ