aram

Di qezaya trafîkê ya li Çinarê de 2 kes mirin

Li navçeya Çinar a Amedê di encama qezaya trafîkê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 4 welatî jî birîndar bûn

Li ser rêya di navbera Çinar a Amedê û bajarê Mêrdînê de qezaya trafîkê çêbû. Hat zanîn ku di encama qezaya trafîkê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 4 welatî jî birîndar bûn.

Bi rûdana qezayê re jî komên tenduristiyê hatin cihê qezayê û birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. Birîndar piştre jî sewqî nexweşxaneyên Amedê hatin kirin.

Cenazeyê 2 welatiyên jiyana xwe ji dest dan jî ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. AMED

Dikarî Biecibînî