HSD: Rejîma Sûriyeyê amadekariyan dike ku leşkeran bişîne Minbicê

Navenda Nûçeyan

HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyeyê amadekariyan dike ku leşkeran bişîne Minbicê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyeyê piştî ku Qesra Spî destûra dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê da dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, amadekariyan dike ku leşkeran bişîne Minbicê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demeke bi navbeynkariya Rûsya û Îranê, di navbera dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê de hevdîtin tên kirin. Li gorî agahiyan, herdu aliyan di çarçoveya Mutabaqata Dolmabahçeyê de lihev kiriye û dê li gorî planeke hevpar êrîşî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Dikarî Biecibînî