Li Demîrtaş salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn

Danişîna doza Selahattîn Demîrtaş a bi hinceta ‘Li dijî qanûna hejmara 2911’an muxalefet kiriye’ hatibû vekirin, hat dîtin. Heyeta dadgehê salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaş birî

Danişîna biryarê ya doza hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku bi hinceta ‘Li dijî qanûna hejmara 2911’an muxalefet kiriye’ hatibû vekirin, li 44’emîn Dadgeha Cezayên Eslî ya Enqereyê hate dîtin.

Heyeta Dadgehê di danişînê de salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaş birî. Dadgehê ceza taloq kir. ENQERE

Dikarî Biecibînî