Divê komkujiya 10’ê Cotmehê sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin

Di ser komkujiya GAR’a Enqereyê re 4 sal derbas bûn. Di komkujiyê de 103 kesan ji yana xwe ji dest dabûn. Dadgehê di 2’ê tebaxa 2018’an de biryar da û li 9 kesan ji bo her kesekî 101 sal ceza birî. Di darizandinê de belge û agahiyên derketin holê nîşan da ku çawa rê li pêş komkujiyê hatiye vekirin û sersar nêzîk bûne. Parêzer û malbatan diyar kirin ku cezakirina kujeran, ser komkujiyê venaşêre xwestin ev komkujî wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin

Piştî pêvajoya aştî û çareseriyê bi dawî bû li tevahiya bajarên herêmê şer dest pê kir û gelek kuştî çêbûn. Li dijî şerê dest pê kir û qedexeyên derketina derve avêtin ser navçe û bajarên herêmê, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ji saziyên KESK, TTB, TMMOB û DÎSK’ê ketin nav tevgerê û li Enqereyê di 10’ê cotmeha 2015’an de mitînga bi navê “Aştî û Demokrasî” amade kirin. Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li GAR’a Enqere li dijî mîtînga aştî û demokrasiyê êrîşên xwekujiyê pêk hat. Di erîşên çeteyên DAIŞ’ê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyeyerê heta 8 mehan der barê dosyayê de biryara veşartinê hat dayîn. Li gel hemû belge û daneyan de der barê yek polîsî de lêpirsîn û doz nehat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê di 28’ê hezîranê de îdîaname amade kir. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îdîaname di 12’ê tîrmeha 2016’an de qebûl kir. Hemû malbat û parêzerên ku serlêdana sûc kirin, serlêdanên wan ên sûc tev hatin redkirin. Dozgerê Komarê yê Buroya Lêpirsîna Sûcên li Dijî Pergala Makezagonê Ramazan Dînç îdîaname di tîrmeha 2016’an hat qebûlkirin. Îdîaname ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Dozger bi îdîaya “Hewldana pergala Qanûna Esasî” û “Sûcê kuştina 103 kesan” 101 caran cezayê giran ê muebbetê xwest. Ji bo êrîşkaran bi îdîaya “di çarçoveya xebatên rêxistina terorê de hewl daye ku 391 kesan qetil bike” bi giştî di navbera 7 hezar û 631 sal û 11 hezar û 750 sal cezayê girtîghê xwest. Di dosyaya ku 36 bersûc hebûn de dozê bi girtina 15 kesan berdewam kir. Rûniştina yekem a dozê di 7’ê Mijdara 2016’an de hatibû ditin. Runiştina yekemîn di 07-11’ê mijdarê de hat dîtin. Bersûc Suphî Alpfidan û Yakup Yildirim piştî lêpirinê hatin girtin. Rûniştina duyemîn jî di navbera 6-10’ê Sibata 2017’an de hat ditin. Hevsera bersûc Halil Îbrahim Durgun Esin Altuntug jî   piştî lêpirsîna parêzeran li dadgehê hat girtin. Rûniştina 3’emin jî di 2-3-4’ê gulana 2017’an de hat dîtin. Di rûniştinê de hevsera Metin Akaltin Hatice Akaltin hat girtin. Bi vê yekê hêjmara bersûcên girtî derket 19’an. 6’emîn rûniştina doza komkujiya 10’e Cotmehê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berewam kir. Di rûniştina dozê de 19 bersûcên girtî, malbatên mexdûran, parêzerên mexûran û gelek kesên ji dervê bajar hatin dozê bişopînin li salonê amade bûn. Parêzerê gazinçker Tonguç Tanturk, di rûniştinê de, diyar kir ku kujer heta 11 roj beriya komkujiya li Pirsusê hatiye guhdarkirin û beriya êrîşê dest ji guhdarkirina wî berdane. Prz. Erkan Unuvar jî wiha got: “Cîgirê Midûrê şaxa TEM’ê çima îfadeya çeteyên DAIŞ’ê vedişêre?”  Di doza Komkujiya GAR’a Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de di Tebaxa 2018’an de biryar dan. Heyeta dadgehê bi tawanbariya “binpêkirina qanûna bingehîn” li bersûc Abdulmutalîp demîr, Talha Guneş, Metîn Akaltin, Yakup Guneş, Hakan Şahîn, Halîl Îbrahîm Alçay, Resûl Demîr, Haci Alî Dûrmaz û Huseyîn Tûnç herkê muebedeke giran û bi tawanbariya “Kuştina bi qesdî” herkê 100 caran cezayê muebeda giran birî. Dadgehê bi tawanbariya kuştina 20 jê zarok 391 kesî jî li bersûcan herkê 27 sal ceza birî.  Dadgehê li bi hinceta “di çarçoveya fealiyetên rêxistinê bêyî destûr peydakirina madeyên talûke de” li bersûc Abdulmutalîp Demîr, Metîn Akaltin, Yakup Şahîn Burak Oramanoglû û Huseyîn Tûnç herkê 10 sal ceza û 40 hezar lîre cezayê pereyî birî. Li bersûc Ormanoglû û Akaltin bi tawanbariya “peydakirina çek û guleyên talûke” herkê 10 sal û 6 meh ceza û herkê 36 hezar lîre cezayê pere birî.  Dadgehê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” li bersûc Burak Ormanoglû, Suphî Alpfîdan, Mehmedîn Baraç, Nîhat Urkmez û Yakûp Karaoglû herkê 12 sal û bi heman hincetê li bersûc Esîn Altintûg (Dûrgûn), Hatîce Akaltin, Yakûp Yildirim û Abdulhamît Boz jî herkê 7 sal û 6 meh cea birî.  Bi hinceta “endmatiya rêxistinê” 18 sal ceza li bersûc Erman Ekîncî jî hat birîn.

Dadgehê derbarê bersûcên fîrara Îlhamî Bali, Savaş Yildiz, Edremit Ture, Denîz Buyukçelebî, Yakup Selagzi, Kasim Dere, Nusret Yilmaz, Mustafa Delîbaşlar, Walentina Slobodjanjuk, Muhammet Zana Alkan, Omer Denîz Dundar, Cebraîl Kaya, Ahmet Guneş, Kenan Kutval, Bayram Yildiz û Hasan Huseyin Ugur jî de biryar da ku dosyeya wan bê veqetandin. Dosya der barê 15 fîrarên ku Îlhamî Balî jî di navde li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didome.

Di ser komkujiyê re 4 sal berdar bûn. Lê hêj bûyera pişt perda komkujiyê roni nebûye. Her çend piştî komkujiyê doz û lêpirsîn hat vekirin û ceza hat birîn jî lê pişt perdê hêj nehatiye ronîkirin. Tevî hemû rexneyan dosya bi gelek kêmasî hat qebûlkirin. Di lêpirsînê de 4 bersûcên serbest dihatin darizandin û 3 bersûc jî bi hinceta xwe teqandine ji dosyayê hatin derxistin. Yên din jî wekî kesên firar di dosyayêde cih digirin.

Wê rojê tedbîr nehatin girtin

Beriya hilbijartina 1’ê mijdarê 2015’an KCK’ê jî ji bo polîtîkayên AKP’ê yên şer vala derbixe di 10’ê cotmehê de bi yek alî pêvajoya agirbestiyê da destpêkirin. Lê belê bi komkujiya Enqereyê bersiv dan daxuyaniya KCK.  Pişt re li gorî agahiyên derketin holê, emniyete îtîhbarata dê DAIŞ êrîşî mitînga bike sitendiye. Lê belê ev agahî bi Komîteya Amedakar a Mitîngê re nehatiye parve kirin. Mitîng hatiye amadekirin û roja 10’ê cotmehê ji aliyê Tirkiyê bi deh hezaran welatî û kedkar ji bo daxwaza “Aştî û Demokrasiyê” herikibûn Enqereyê. Li gel emniyetê agahiya dê li dijî mitîngan êrîş çê bibe jî di destê wan  de hebû lê li dora qada mitîngê tu tedbîr negirtiye. Mitîngên beriya 10’ê cotmehê otobûsên ji bajarên din dihatin, ji aliyê polîsan ve dihatin sekinandin û kontrol dikirin. Lê di 10’ê cotmehê de kontrolên rûtîn yên rê jî hatine rakirin.

Pir aşkera çûn qada mıtîngê

Di kamerayên MOBESE’yê de 2 kesên xwekuj ji bo di mitîngê de komkujî bikin pir aşkere hatin qada mitîngê. Ev 2 kes ji aliyê polîsan ve nahatin kontrolkirin û neşopandin. Kujer ji Dîlokê bi rêya bejahiyê hatin Enqereyê. Di dosyeyê de agahiyên ku dema kujer bi rê de hatine nokteyên lêgerînê du navber dane karê xwe hene. Li dijî bi hezaran mirovên li çar aliyên Tirkiyeyê hatibûn saet di 10.04’an de du êrîş pêk hatin û komkujî kirin. Du teqînên ku di navbera wan de 3 kêlî hebûn, 100 kes li cihê bûyerê, 2 kes jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran hevrê, dayik, ciwan û jinên ji bo aştiyê hatibûn gel hev, berdêleke mezin dabûn.

Polîsan di nava cenazeyan de bi xazê mudaxaleyî girsê kir

Hêj dûkela teqînê belav nebûbû, mirovan xwe digihand birîndaan, polîsê ku komkujî nedîtibû, bi gaza îsotê êrîşê ketibû dewrê û bi taybetî cihê ku birîndar lê bûn di binê gazê de hiştibû. Li gorî rapora TTB’ê bi dehan kes ji ber gaza polîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Dîsa li cihê teqînê nexweşxaney Numune, Îbn-î Sînan, Nexweşxaneya Enqereyê û Hacattepe hebûn lê piştî 40 deqeyan ambûlans hatin cihê bûyerê. Bi piyan mirov dikare di 20-25 deqeyan de xwe bigihîne nexweşxaneyê. Bûyera ku 102 kesan jiyana xwe ji dest da û 400 kes birîndar bûn de, tevahiya rojê 51 ambulans hatin peywirdarkirin. Lê 9 ji van ambulansan piştî nîv saetî hatin cihê bûyerê û qasî kîlometreyekî li dûr rawestiya bûn. 3 ambulansên ku ji bo mîtîngê hatibûn veqetandin, qet li cihê xwe neleqitîn û piştre cenaze biribûn. Karê ku DAIŞ’ê nîvço hiştibû wan temam kir. 5 saet şûn de 3 wezîrên ku derketin pêşberî kamerayan, aşkera kiribûn ku hejmara kesên mirî 86 e, lê di bûyerê de kêmasiya ewlehiyê tune. Rojnamegerekî ji Wezîrê Karê Hundur Selîm Altinok pirsa “Hûnê îstifa bikin?” pirsîbû, lê li hemberî pirsa ku hatibû kirin, Wezîrê Edaletê Kenan Îpek bi kenê xwe hemû tişt raxistibû ber çavan.

‘Piştî xwe teqandin emê bigibrin’

Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu diyar kir ku lîsteya xwekujan di destê wan deye, ji ber ku Tirkiyeye dewleteke bi hiqûqe, heya ew mirov xwe neteqîn in, dê tiştekê ji wan nekin. Davutoglu ji bo girêdanan hilbijartinê û komkujiyê jî wiha gotibû: “Piştî komkujiya terorê ya Enqereyê me anket çêkir û nebza raya giştî girt, hêjmara dengên me zêde bûye.”

‘Plana Erdogan’

Serokomar Erdogan bertekên tund nîşanê nîqaşên “DAIŞ’ê êrîş lidarxist” dabû û wiha got: “Radibin dibêjin ‘Li vir DAEŞ’ê kir, li wir jî nizanim kê kir.’ Ev çalakiyek terorê ya kolektîfe. Hemûyan bi hevre ev çalakî pêk anîn.” Erdogan bi vê yekê parastina DAIŞ’ê kir. Li gorî hemû dane û agahiyan, komkujî hatiye made kirin, Mehmeddîn Baraç dest û milên xwe dihejîne û heya Enqerê tê û komkujiyê pêk tîne. Baraç piştî komkujiyê 2 salan di doza 10’ê Cotmehê ya di 25-26 ‘ê îlonê de hat dîtin, dibêje :“HPG û DAIŞ’ê bi hevre ev bûyer pêk anî.” Ev jî rastiya gotinên Erdogan ên piştî komkujiyê gotin piştrast dike. Ev yek jî dibe ku Erdogan ev bûyer bi plan kiribe tîne hijê mirov.

Dadgeha Enqereyê di 2’ê tebaxa 2018’an de doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya GAR’a Enqereyê ku li dijî Mitînga Aştiyê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibû biryar dabû. 872 rûpel hinceta biryarê aşkere kiribû. Parêzerên dozê têkildarî hêceta biryarê diyar kirin ku Dadgeha Enqereyê biryarek “tu tiştek nabêje” nivîsandiye û gotin: “Dadgeha Enqereyê ji peyva edaletê dûr ketiye. Biryarê li gorî daxwaza siyasî hatiye dayîn. Em dizanin ew nabihîzin û li ser navê hiqûq û edaletê em hîcap dibînin.”

Di nava kujeran de çeteyên DAIŞ’ê Mehmedîn Baraç ê bi kodê “Omer Hattap” endamê Baskê Ciwanan ê AKP’ê ya Çewlîgê derket.

Prz Işik: Bi cezayê muebbetê edalet pêk nayê

Têkildarî darizanidnê û pêvajoya dozê parêzerê malbatan Îlke Işik nirxandin kir.

Prz. Îlke Işik  anî ziman ku endamên DAIŞ’ê dest û piyên xwe li ba kirin û hatin li navenda Enqereyê komkujî kirin û wiha got: “Darizandina doza komkujiyê hêj didome. Bila kes nebêje komkujiya 10’ê Cotmehê ji îktîdara siyasî serbixwe ye. Ger ku bi rastî dibêjin em ê edaletê pêk bînin, divê ji bo hemû malbatên xizmên xwe winda kirine edaletê pêk bîne. Tenê bi cezakirina muebetê ya bombekaran edalet pêk nayê. Ew kesên komkujî pêk anîn çawa hatin Enqereyê? Polîsê Dîlokê û endamên MÎT’ê çi dikirin? Kujeran ku dest û piyên xwe li ba kirin û hatin qadê vê yekê piştrast dike. Îtîrafkarê Davutoglu vê yekê nişan dide. Bi zanebûn bersûc di nava welat de negirtin û ceza nekirin. Yên ku bi wan re dizî hevdîtin kirin wê halê wan çi be? Ew jî wê bê ceza bên hiştin? Tu kesî ev komkujî ji bîr nekirine. Ew bixwazin ser vê dozê bigirin jî nayê girtin. Heta edalet pêk neyê ev dozya nayê girtin.”

Danişîn di 21’ê mijdarê de ye

Işik anî ziman ku dozger ewil got ‘Êv sûc li dijî mirovahiyê pêk hatiye’ û îdîaname amade kir û wiha axivî: “Lê li aliyê din 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê got ‘Sûcê li dijî mirovahiyê tune’ û biryar nivîsî. Me ev biryar îtîraz kir. Dadgeha Edliyeya Herêmê hêj biryar nedaye. Di danişîna ku di 21’ê mijdarê de bê dîtin emê carek din bixwazin ku bersîc ji sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatiye bên darizandin.”

Prz. Işik, bang li her kesî kir ku beşdarî danişîna 21’ê mijdarê ku li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin bibin. ENQERE 

 

Dikarî Biecibînî