Li Rihayê bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Rihayê di çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî de bi kêmanî 30 kes hatin binçavkirin

Li Rihayê ku cîranê Bakur Rojhilatê Sûriyê ye û polîsên dewleta tirk bi ser gelek malan de, siyasetmedarên HDP’ê, endamên meclisa şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û endamên sendîkayê jî di nav de bi kêmanî 31 kes binçav kirin.

Kesên ku li navenda bajêr hatine binçavkirin navê wan wiha ye: Hevseroka Şûbeya Egîtîm Senê ya Rihayê Leyla  Mûmîn, rêveberê SES’ê Hîkmet Evîn, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Ferît Tamga û Songul Arpa, Serhat Ogur, Asîl Turk, Necmettîn Orak, Talîp Bozkaya, Zubeyde Duvar, Tugba Başkale, Muzaffer Çakmak, Omer Bozdal û Ozgurcan Altingul, Sevgîl Bultur, Bişar Tuysuz, û xwendekarê zanîngeha Harranê  Onur Atli.

Kesên ku li navçeyan hatin binçavkirin jî navê wan wiha ne:

Bîrecûk: Endamê Meclisa Şaredariyê Halîl Sarikaya û nexweşê pençeşêrê Mahmût Korkmazer.

Xelfetî: Hevserokê Navçeyê ya HDP’ê Abdurrahman Çîftçî, endama Meclisa Şaredariyê Naîme Bayram.

Pirsûs: Ahmet Yenilmez, Mehmet Tugalan, Mustafa Gunduzalp, V.A û M.G.

Wêranşar: Kemal Kudîn, Burhan Goren, Fatma Sîlgir.

Serêkaniyê: Fatma Aslan, Şeyhmus Dagtekîn.

Siwerek: Mehmet Kultur. RIHA 

 

Dikarî Biecibînî