‘Biryara DYA’yê xizmetê ji xeyala vejandina DAIŞ’ê re dike’

Meclisa Leşkerî ya Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk ji bo ku krîzên navxweyî veguhezîne dewletên din, dixwaze êrîşî herêmê bike. Meclisê da zanîn ku biryara vekişîna DYA’yê xizmetê ji xeyala dewleta tirk a vejandina DAIŞ’ê re dike û wiha got: “Em ji bo parastina herêmên xwe amade ne û dê tevî gelê xwe li dijî dagirkeriyê bisekinin.”

Meclisa Leşkerî ya Reqayê têkildarî gefên dagirkeriyê yên dewlet tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek fermandarên meclisa leşkerî amade bûn. Daxuyanî ji hêla Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebdo Reqa ve hate xwendin.

Ebdo Reqa anî ziman ku hêzên wan heta niha êrîşî sînorên tu kesî nekirine û wiha domand: “Armanca me tenê parastin bû. Piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku xwe dispêre vîn û baweriya gelê herêmê, hate avakirin. HSD’ê erkên xwe pêk anîn. Piştre jî li ser banga şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê, hemle li ser hemleyê dan destpêkirin. HSD’ê heta ku herêm rizgar kirin û xewnên gelê herêmê pêk anîn, pêngavên xwe domandin.”

‘Dewleta tirk dixwaze krîza xwe veguheze dewletên din’

Di berdewamê de jî Reqa gefên dewleta tirk, Erdogan û vekişîna hêzên koalîsyonê ya li ser sînor şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker dixwaze aloziyên xwe yên aborî, civakî û siyasî veguhêze dewletên din. Tevî ku HSD girêdayî peymana sînor jî bû, vê yekê dike. Em soz didin gelên herêmê ku dê HSD deskeftiyên herêmê biparêze. Divê civaka navdewletî ji bo HSD’ê ku li şûna hemû cîhanê şerê çeteyên DAIŞ’ê kir, gavên cidî biavêjin.”

‘Em amade ne’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê Pentagon bizane ku biryara vekişîna hêzên wan a li ser sînor rast nîne. Em ji bo encamên gengaz ên vê biryarê wan hişyar dikin. Ev biryar xizmetê ji xewna dewleta tirk a ji bo vejandina serdema osmaniyan, belavkirina fikrên radîkal, vejandina DAIŞ’ê û dagirkeriya wê re dike. Di dawiya dawî de em weke Meclisa Leşkerî ya Reqayê dibêjin ku em tevî gelê xwe ji bo parastina herêmên xwe amade ne.” REQA

Dikarî Biecibînî