Dewleta tirk dest bi êrîşa dagirkeriyê kir

Navenda Nûçeyan

Balafirên şer ên dewleta tirk gundê Mişrefa yê Serêkaniyê bombebaran kir. Serokê AKP’ê Erdogan jî bi peyamekê ragihand ku êrîşa dagirkeriyê dest pê kiriye

Hêzên artêşa tirk ku ev demeke gefên dagirkirinê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dixwin, dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Hat zanîn ku balafirên şer ên dewleta tirk gundê Mişrefa yê Serêkaniyê bombebaran kir.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku balafiran 3 caran gund bombebaran kiriye û liv û tevgera hewayî ya li herêmê jî berdewam dike.

Di heman demê de serokê giştî yê AKP’ê Erdogan jî li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek parve kir û da zanîn ku êrîşa dagirkeriyê dest pê kiriye.

Dikarî Biecibînî