Dewleta tirk hewl dide weşana ANHA’yê asteng bike

Dewleta tirk piştî ku êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin, hewl dide weşana ANHA’yê asteng bike. Bi vê boneyê ANHA’yê agahî parve kir û da zanîn ku ji ber êrîşan niha nikarin wêne û dîmenan parve bikin

Bi destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, dewleta tirk hewl dide ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku geşedanên li qadê kêlî bi kêlî radigihîne asteng bike.

Têkildarî mijarê ANHA’yê li ser malpera xwe ev agahî dan: “Dewleta tirk a dagirker ji bo komkujiyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike neyên dîtin û bihîstin, hewl dide ku weşana me asteng bike. Di heman demê de naxwaze sûcên ku derheqê mirovahiyê de têne kirin, werin aşkerakirin. Ji ber vê yekê jî em nikarin niha wêne û dîmenan li ser ajansê bar bikin. Tîmên me hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin.” QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî