Şervanên HSD’ê bersivê dide hêzên dagirker

Şervanên HSD’ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, bersivên tund didin

Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê îro dest bi êrîşa dagirkeriyê ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir. Di vê çarçoveyê de gelek gundên Girê Spî, Serêkaniyê û navenda bajaroka Eyn Îsayê hatin bombebaran û topbarankirin.

Li ser van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çoveya parastina rewa de dest bi bersivdayînê kir. Hat zanîn ku şervanan li ser sînorê herêmên Qamişlo û Dêrikê bersiva êrîşên artêşa tirk a dagirker da. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî