aram

Di topbarana li Qamişloyê de jinek şehîd bû

Di topbarana artêşa tirk a li dijî Qamişloyê de jina bi navê Beşîra Mihemed Kebûş şehîd bû û kurê wê jî birîndar bû. Di êrîşa li Serêkaniyê de jî sivîlek birîndar bû

Artêşa tirk a dagirker ji saetên piştî nîvro ve taxa Qidûrbek a Qamişloyê topbaran dike. Li gorî agahiyên dawî, di encama topbarana hêzên artêşa tirk a dagirker de jina bi navê Beşîra Mihemed Kebûş a ku bi kurê xwe re diçû dermanxaneyê, şehîd bû. Her wiha kurê wê Ehmed Abdullah ê 28 salî jî ji lingê xwe bû. Abdullah niha li nexweşxaneya Wetenî tê dermankirin.

Di heman demê de topbaran û bombebarana artêşa tirk a li dijî Serêkaniyê jî bênavber didome. Hat zanîn ku di encama topbarana li dijî Serêkaniyê de jî ciwanê bi navê Sozdar Biro yê 30 salî birîndar bû. Biro li rakirin navenda tenduristiyê ya navçeya Dirbêsiyê. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî