Dewleta tirk li Girê Spî 4 sivîl qetil kirin

Balafirên şer li gundê Baciliyê yê Girê Spî sivîl bombebaran kirin. Di encama êrîşê de 4 sivîl şehîd bûn û 4 sivîl jî birîndar bûn

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Artêşa tirk ku bi hovane êrîşî herêmê dike, bênavber qadên sivîlan bombebaran û topbaran dike.

Li gorî agahiyên dawî, balafirên şer ên dewleta tirk gundê Baciliye yê li başûrê rojhilatê Girê Spî bombebaran kir. Hat zanîn ku di encama bombebarana artêşa tirk de 4 sivîl şehîd bûn û 4 sivîl jî birîndar bûn.

Her wiha balafirên şer ên dewleta tirk noqteyên tenduristiyê û nexweşxaneyên li Serêkaniyê topbaran kirin. Kadroyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurdistanê di bin topbaran û bombebaranê de hewl didin birîndaran xelas bikin û vediguhêzin cihên biewle.

Îro di encama topbaran balafirên artêşa Tirk a dagirker de  ji jîngehan re 4 sivîl birîndar bûn. Endamê Heyva Sor a Kurd Ebdulezîz Mehmûd Îbrahîm da zanîn ku di bin topbaranê de wan 4 sivîlên ku birîndar bûne, veguhestin nexweşxaneyên li derveyî bajar.

Dikarî Biecibînî