Şervanan êrîşa çeteyan têk bir: 9 çete hatin kuştin

Şervanên HSD’ê êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêma pîşesaziyê ya Serêkaniyê têk bir û 9 çete hatin kuştin

Topbaran û bombebarana artêşa tirk a dagirker a li ser Serêkaniyê bênavber didome. Artêşa dagirker û çeteyên wê hewl didin di aliyê bejahî de derbas navenda bajar bibin. Di vê çarçoveyê de, li herêma pîşesaziyê ya Serêkaniyê di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker de şerekî giran rû da.

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku şervanên HSD’ê êrîşên dagirkeran şikandin. Hat ragihandin ku di encama şer de 9 çete hatin kuştin. SERÊKANIYÊ

Dikarî Biecibînî