Li Qamişloyê teqîn

Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Qamişloyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî sivîlan kir. Hat zanîn ku di encama teqînê de qurbanî û birîndar hene

Li Kolana Munîr Hebîb a li taxa Xerbî ya li nêzî Xwaringeha Omerî ya Qamişloyê teqîneke mezin pêk hat. Li gorî agahiyên ji Qamişloyê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyên leşkerî da zanîn ku piştî dewleta tirk a dagirker dest bi êrîşa dagirkeriyê ya rojavayê Kurdistanê kir, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê jî ketin nava liv û tevgerê. Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi dewleta tirk re hemwext tevdigerin û teqîn ji hêla şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ve bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî