Şervanan panzêreka MÎT’ê teqand

Navenda Nûçeyan

Şervanên HSD’ê li Dêrikê panzêreke ku endamên îstîxbarata dewleta tirk tê de bûn, rûxand. Her wiha balafirên şer û keşfê li ser Qamişlo û herêma Dêrikê digerin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hemberî gundê Qere Xirab ê li bakurê rojavayê Dêrikê panzêreka îstîxbarata dewleta tirk a dagirker teqand. Piştî teqînê endamên îstîxbarata tirk reviyan. Piştre jî ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Nehat zanîn bê ka çiqas kuştî û birîndarên dagirkeran hene.

Her wiha li gorî agahiyên ji herêmê, balafirên şer ên dewleta tirk li ser asîmanê Qamişlo difirin. Çavkaniyên ji Dêrikê jî ragihand ku balafirên şer û keşfê yên dagirkeriya dewleta tirk li ser herêma Dêrikê digerin.

Dikarî Biecibînî