aram

Li ser rêya Til Temirê 2 panzêr hatin rûxandin

Şervanên HSD’ê li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de li komeke çeteyên artêşa tirk a dagirker da û di encamê de 2 panzer hatin îmhakirin û gelek çete jî hatin kuştin

Di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de şervanên HSD’ê li çeteyen artêşa tirk a dagirker da.  Li gorî agahiyan, çeteyên ku ji milê Girê Spî de hatin, xwestin bikevin Til Temirê lê şervanên HSD’ê pêşî lê girt û di encamê de şer derket.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama şer de 2 panzerên çeteyan hatin îmhakirin û gelek kuştî û birîndarên çeteyên dagirker jî çêbûn.

Her wiha di rêya navbera Eyn Îsa û navçeya Çelebiyê de şer heye û rê hatiye girtin. TIL TEMIR

Dikarî Biecibînî