aram

HSD’ê li qereqola sînorê Bêrecûkê da

Şervanên HSD’ê li ser sînorê Bêrecûkê li qereqolek leşkerî ya dewleta tirk dan. Dûman ji qereqolê bilind bû û gelek ambulans sewqî cihê bûyerê kirin

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bersiv dide êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava. Di saetên nîvro de HSD’ê bi topên hewanê li qereqola leşkerî ya li ser sînorê Bêrecûka Rihayê dan. Piştî topên hewanê li qereqolê ketin demek pevçûn derket. Ji ber pevçûnê ji qereqolê dûman kişiya û gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hejmara mirî û birîndarên leşkerên tirk nehat zelalkirin. RIHA

 

Dikarî Biecibînî