Heyva Sor a Kurd careke din derbasî Serêkaniyê bû

Komeke din a Heyva Sor a Kurd derbasî Serêkaniyê bû da ku şehîd û birîndaran ji navçeyê derxînin

Bajarê Serêkaniyê ev 12 roj in rastî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê tê. Di encama êrîşên qirkirinê de heta niha gelek sivîl û şervan hatin qetilkirin û gelek jî birîndar bûn. Gelemperiya sivîlan li nexweşxaneya Serêkaniyê û malên sivîlan tên sekinandin. Lê navçe ji hêla hêzên dagirker ve hatiye dorpêçkirin û destûr nedidan ku ekîbên tenduristiyê derbasî bajar bibin.

Piştî protestoyan û zextan duh komeke ji Heyva Sor a Kurd û Xaça Sor a Navneteweyî derbasî navçeyê bûbû û cenazeyê 4 şehîdan û 30 sivîlên birîndar ji nexweşxaneyê derxistibûn.

Hat zanîn ku kêliyek beriya niha, komeke din a Heyva Sor a Kurd derbasî Serêkaniyê bû. SERÊKANIYÊ

Dikarî Biecibînî