Li Dêrikê 3 cenaze rakirin morga Mêrdînê

Tê gotin 3 cenazeyê gerîlayên HPG’ê ku duh di pevçûnek li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê

Li çoltera navçeya Dêrika Mêrdînê duh di navbera leşker û gerîlayên HPG’ê de pevçûn qewimî û çawîşek pispor hatibû kuştin. Piştî pevçûnê li gundên Erbete, Bizdoxan, Simaqî û Kotê qedexeya derkeina derve hatibû ragihandin. Li vê herêmê pevçûn dewam kir û hat angaştkirin ku 3 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Hat zanîn ku 3 cenazeyê gerîlayan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Her wiha di qedexeya derketina derve de 12 gundî jî hatibûn binçavkirin û hat zanîn ku binçavkirî li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê tên ragirtin. Navê welatiyên ku hatine binçavkirin wiha ye: Yusuf Temel û kurê xwe Şeyhmus Temel, Abdurrahman Temel, Îbrahîm Temel, Mahmut Temel, Seyît Savci, Bedîrhan Savci, Enver Demlî, M. Nezîr Demlî, Tahîr Adal, Mehmet Bîlgen û Mehmet Siddik Aksak. MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî