Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli hat girtin

Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku di 19’ê tebaxê de qeyûm li şûna wî hat tayînkirin û duh jî hatibû binçavkirin, îro bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.

Dadgeh jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ biryara girtina Mizrakli da.

Her wiha Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî bi şertê kontrola edlî hat berda. AMED

Dikarî Biecibînî