‘Dema mijar dibe kurd û ermen hemû partiyên tirk dibin yek’

Rojnameger û nivîskarê ermen Oakrat Estûkyan got ku welatên ewropî û DYA, Qirkirina Ermenan ji bo hesabên xwe yên siyasî bi kar tînin. Estûkyan diyar kir ku dema mijar dibe Qirkirina Ermenan û zilma li ser kurdan, AKP, MHP, CHP û Partiya ÎYÎ li dora ‘peymana tirkîtiyê’ dibin yek

Meclisa Nûneran a Kongreya DYA’yê di 29’ê cotmehê de pêşnûmaya der barê Qirkirina Ermenan a di sala 1915’an de bi awayekî fermî qebûl kir. Di meclisê de biryara Meclisa Nûneran ji aliyê AKP, MHP, CHP û Partiya ÎYÎ’yê ve hate redkirin. Têkildarî mijarê rojnamevan û nivîskarê ermen Oakrat Estûkyan ji MA’yê bi Ferhat Çelîk re axivî.

Oakrat Estûkyan diyar kir ku nîqaşkirina ji bo qirkirinê jî ew rencîde kiriye û wiha domand: “Hemû cîhan dizane ku tiştên di sala 1915’an de hatine kirin, qirkirin e. Belge û delîlên vê hene. Sed sal berê li ser vê axê 2 milyon ermen hebûn. Lê niha tenê 60 hezar ermen mane. Ev bi tena serê xwe jî delîl e. Loma li qadên siyasî, bi saîq û hesabên siyasî nîqaşkirinê vê yekê bi xwe jî me nerihet dike. Ya di sala 1915’an bêşik û guman qirkirin e. Îro ji bo hesabên siyasî tê nîqaşkirin. Tu mafê Ewropa û DYA’yê nîne ku vê mijarê ji bo hesabên xwe yên siyasî bi kar bînin.”

Biryarên Meclisa Nûneran a DYA’yê

Bi berdewamî jî Estûkyan got ku Meclisa Nûneran a DYA’yê ji ber êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê jî pêşnûmaya der barê mueyîdeyên ji bo serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û hin wezîran de qebûl kiriye û wiha derbirî: “Ev mueyîde pir giran in. Heta mirov dikare bêje ku rûmetê jî binpê dikin. Ev pêşnûma ji ber siyaseta AKP û Erdogan çêbûn. Du nîşaneyên van encaman hene. Ya ewil, pozîsyon û cihê Tirkiyeyê yê di qada navneteweyî de; ya din jî tengijîna Tirkiyeyê ya di warê aborî de. AKP bi navê misilmantiyê kete rê. Lê niha hema hema hemû dewletên ereb li dijî wê ne. Ango biryara Meclisa Nûneran encama van e.”

‘Peymana tirkîtiyê’

Herî dawî jî Estûkyan bal kişand ser redkirina biryara Meclisa Nûneran a ji hêla AKP, MHP, CHP û Partiya ÎYÎ’yê ve û wiha got: “Bariş Unlu, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Peymana tirkîtiyê’ de helwesta her 4 partiyan vegotiye. Bi rastî jî Unlu di vê pirtûka xwe de qala peymaneke ku di rastiyê de tuneye dike. ‘Peymana tirkîtiyê’ ew peyman e ku behsa civakeke ku ji be hin refleksan tê ba hev û behsa feraseta dewletê dike. Dema mijar dibe Qirkirina Ermenan û zextên li ser kurdan, ev ‘peymana tirkîtiyê’ demildest dikeve dewrê. Ferq û cudahiyên di navbera wan de çi dibin bila bibin, hemû li dora wê peymanê dibin yek.” STENBOL

Dikarî Biecibînî