Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin binçavkirin

Hevşaredarên HDP’ê yên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt hatin binçavkirin

Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kurt hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku hevşaredar Azîm Yacan û Şehzade Kurt di çarçoveya ‘Lêpirsîna rêxistinê’ de hatine binçavkirin.

Polîsan piştî hevşaredar binçav kirin, avahiya Şaredariya Rêya Armûşê dorpêç kirin û destûr nadin ku kes têkeve avahiya şaredariyê. WAN

Dikarî Biecibînî