Hevberdevkê HDK’ê Şenoglu hat binçavkirin

Polîsan bi ser mala hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu de girt û Şenoglu hate binçavkirin

Polîsên dewleta tirk îro di serê sibehê de li Stenbolê bi ser mala hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu de girt û Şenoglu binçav kirin. Polîsan Şenoglu birin Midûriyeta Polîsan a Vatan a Stenbolê û ji bo 3 rojan der barê wî de biryara binçavkirinê derxistin. Hat hînbûn ku Şenoglu di çarçoveya lêpirsîneke ku li Amedê tê kirin de hatiye binçavkirin.

Daxuyaniya HDK’ê

HDK’ê têkildarî binçavkirina hevberdevkê xwe li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye: “Vegera çerxa zilmê didome. Hevberdevkê me Sedat Şenoglu hat binçavkirin. Em tenê ne rêvebirên têkoşîna îro di heman demê de rêveberên têkoşîna sibê ne jî. Em ê nebetilin, kêm nebin û têkneçin.” STENBOL

Dikarî Biecibînî