Cenazeyê Erdemcî 28 roj in di destê çeteyan de ye

Cenazeyê rojnameger Vedat Erdemcî yê di encama êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê de şehîd bû ev 28 roj in di destê çeteyan de ne

Dewleta tirk di 9’ê cotmehê de bi çeteyên girêdayê xwe û bi desta dewletên navnetewî û çekên NATO’yê êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir. Rojnameger jî din av de bi sedan kes ji ber êrîşên dewleta tirk jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî ji cih û warên xwe koçber bû. Yek jê rojnameger ku di encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da Vedat Erdemcî ye. Erdemcî di 11’ê cotmehê de dema geşedanên dawîn dişopand ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat qetilkirin. Lê ev 28 roj in cenazeyê Erdemcî di destê çeteyên ku dewleta tirk navê Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) lê kirî de ye.

Derbarê qetilkirina Erdemcî de dayika wî Remziye Erdemcî axivî û diyar kir ku ew ji televîzyonê bihîstiye kurê wê jiyana xwe ji dest daye û xwest cenazeyê kurê wê radestê wê bê kirin.

Remziye Erdemcî anî ziman ku piştî cezayê hefsê li kurê wê hatiye birîn derbasî kurê wê derbasî Rojava bûye û piştî 3 mehan kurê wê lê geriyaye û gotiye ‘Ez êdî nikarim werim cezayê min heye’ û wiha got: “Kurê min Ferhat jî di sala 2015’an de li Serêkaniyê di êrîşî de jiyana xwe ji dest da. Bila cenazeye me bidin me.”

Di axaftina xwe de dayik got ku hevalên Vedat ên li Ewropayê li telefona wî geriyane û hevalên Vedat telefonê vekirine û ji wan re gotine ‘Xwediyê telefonê miriye’ û diyar kir ku ew jî bi vî awayî hîn bûne ku zarokê wan jiyana xwe ji dest daye.

Vedat Erdemcî kî ye?

Vedat Erdemcî li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji dayik bûye. Li gel xebatên çandê sedemek jî li yekîneya çapemeniyê ya Şaredariya Wêranşarê xebitiye. Zewicî û bavê du zarokan bû. Ji ber dozekê dikeve hefsê û 3 meh girtî dimîne tê berdan. Doza wî berdewam kir û cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve tê erêkirin. Li ser vê yekê Erdemcî derbasî Rojava dibe û xebatên rojnamegeriyê dike. Vedat Erdemcî li Serêkaniyê di encama êrîşên dewleta tirk û çeteyên SMO’yê ve jiyana xwe ji dest da. Birayê Erdemcî, Ferhat Erdemcî jî di sala 2015’an de li Serêkaniyê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dide. Hat zanîn ku Vedat Erdemcî li Rojava li gel xebatên xwe yên rojnamegeriyê li bajaroka Baxozê ya Dêra Zorê ku ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, li ser zarokên êzidî hatibûn azadkirin belgeselek çê kiriye. RIHA

Dikarî Biecibînî