Li dijî dewriyeya dagirkeran hêrsa mezin a gel

Şêniyên gundên Girkê Legê seyareyên zirxî yên beşdarî dewriyeya leşkerên rûs û dewleta tirk a dagirker bûn dan ber kevir û solên qelaştî. Li dijî hêzên dagirker hêrseke mezin a gel heye

Weke li Kobanê û berê jî li Qamişlo, şêniyên Girkê Legê yên kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê dewriyeya hevpar a polîsên leşkerî ya Rûsyayê û artêşa tirk a dagirker hedef girtin.

Bi dehan jin, mêr û zarokên ku derketin pêşiya konvoya dewriyeyê ku di danê sibehê de li gundê Dirna Axa yê herêma Girkê Legê dest pê kiriye, kevir û solên qetiyayî li dagirkeran wer kirin.

Di çalakiyê de li hemberî hêzên dagirker hêrseke pir mezin a gel hebû û welatiyan bi dirûşman dewriyeyên dagirkeran şermezar kirin. Welatî dibêjin ku tekane hêza rewa ya li ser xaka wan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e û ew çi hêzên din naxwazin. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî