Li Xakurkê çalakiyên gerîlayan

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Xakurkê derbên giran li çeper û stargehên artêşa tirk xistine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê ragihand k udi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên wan di 7’ê mijdarê de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa tirk a li ser Girê Şehîd Sarya çalakiyek pêk anîye û ev agahî parve kir: “Derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Di 7’ê mijdarê de artêşa TC a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anî. Di vê çarçoveyê de;

Balafirên şer saet di navbera 11:30 û 13:00 de qada gundê Horê ya herêma Zapê û saet di 15:20 de jî qada Şikefta Birîndaran bombe kirin.

Balafirên şer saet di 19:30’î de qada gundê Yekmalê ya herêma Metîna, saet di 20:00 de jî qada gundê Guzê yê herêma Garê bombe kirin.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî