Leşkerên tirk ên dagirker 5 sivîl jî birîndar kirin

Di êrîşa artêşa tirk a dagirker a di dema dewriyeyê de welatiyê bi navê Serxwebûn Elî şehîd bû û 5 welatiyên sivîl jî birîndar bûn

Îro bi sedan şêniyên gundên Girkê Legê û Dêrikê li dijî dewriyeyên hevbeş ên leşkerên rûs û dewleta tirk a dagirker derketin qadê û çalakî li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de li gundê Sermsax ê li bakurê navçeya Girkê Legê şênî li dijî dewriyeya artêşa tirk xwepêşandan li dar xistin û dirûşmên şermezarkirina dewleta tirk berz kirin. Her wiha kevir avêtin seyareyên dewleta tirk ên di konvoya dewriyeyê de. Artêşa tirk a dagirker bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kir û welatî birîndar bûn.

Di heman demê de panzera dewleta tirk da ser welatiyê bi navê Serxwebûn Elî yê ji gundê Til Cemal ê Girkê Legê û Elî qetil kir. Cenazeyê sivîlê şehîd û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dêrikê ji bo dermankirinê. Navên kesên birîndar bûn wiha ne: “Bahoz Çelo ê ji gundê Dêrna Axê, Fehed Mûsa ê ji Girkê Legê, Sûhêl Ebdellah ê ji Girkê Legê, Eyîşa Omer a ji Mistefawiyê û Alaa Omer ê ji Mistefawiyê.”

Çavkaniyên tenduristiyê ji nexweşxaneya Dêrikê diyar kir ku rewşa 4 birîndaran baş e lê birîndarek ji ber bombebeyên xazê pir vedireş e. QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî