Mamostayên bi peyman daketin qadan

Li Hewlêr, Silêmanî û GermiyanÊ mamosta û karmendên bi peyman ji bo werin tayînkirin çalakî lidar xistin

Li Hewlêr, Silêmanî û Germiyanê mamoste û karmendên bi peyman ji bo werin tayînkirin, li ber avahiyên Rêveberiyên Giştî yên Perwerdeyê û qeymeqamtiyê çalakî lidar xistin.

Li Hewlêrê mamostayên bi peyam li ber Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Hewlêrê çalakî kirin. Di çalakiyê de daxwaz kirin ku werin tayînkirin.

Li Silêmaniyê jî li ber Rêveberiya Giştî ya Parwerdeya Silêmaniyê mamostayên bi peyman ku 6 sal in waneyan didin çalakî kirin. Di çalakiyê de mamostaya diyar kirin ku ger hikûmet pirsgirêka wan çareser nekin dê dest bi boykotê bikin.

Bi heman armancî li navçeya Kelar a Germiyanê jî li ber qeymeqamtiyê mamosta û karmendên bi peyman ji bo ku werin tayîn çalakî kirin. Di çalakiya Kelarê de daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Weke karmendên bi peyman ên Germiyanê em tayînkirinê mafê xwe dizanin. Em daxwazê ji hikûmetê dikin ku weke rêzgirtina ji keda me re, me tayîn bikin.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî