Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

Navenda Nûçeyan

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî serçeteyê koma Firqet El Şimal çalakî pêk anîn û serçete kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî serçeteyekî çalakî pêk anîn.

HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li herêma Ezazê çalakiyek taybet li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker li dar xistin û wiha domand: “Di 9’ê mijdarê de hêzên me li gundê Şimêrin ê Ezazê li dijî serçeteyekî koma Firqet El Şimal çalakiyekê sabotajê pêk anî. Di encamê de tevî serçeteyê koma navborî endamên wan jî hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.” EFRÎN

Dikarî Biecibînî