Di teqîna li Silûkê de 9 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn

Di teqîna li bajaroka Silûkê ya Girê Spî de bi qasî ku hatiye zelalkirin 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn

Li nêzî firina bajaroka Silûkê ya Girê Spî ku ji hêla dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê ve hatiye dagirkirin, teqîneke mezin pêk hat.

Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama teqînê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Der barê êrîşê de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin. GIRÊ SPÎ

Dikarî Biecibînî