HSD’ê bîlançoya roja 36’an a Berxwedana Rûmetê aşkera kir

Navenda Nûçeyan

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 24 saetên dawî de êrîşî gelek herêmên di bin kontrola Meclisa Leşkerî ya Suryanan de ku li derveyî sînorên agirbestê ne, kirin. HSD’ê da zanîn ku ji ber êrîşan gelek asur û suryan koçber bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encamên şer û Berxwedana Rûmetê yên roja 36’an bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand. HSD’ê diyar kir ku di roja 36’emîn de jî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê dom kirin. HSD’ê daxuyand ku hêzên dagirker û komên çeteyê wê êrîşên xwe yên hewayî û bejahî li seranserê xeta eniyê û li ser herêmên sîvîl domandin.

TIL TEMIR Û ZIRGAN

* Artêşa tirk a dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîşî gundên Ing El Hewa, Ebûş û Ûm Şeîfa yên ku di bin parastina Meclisa Leşkerî ya Suryanî de û li derveyî qadên rêkeftinê yên agirbestê ne kir.

* Artêşa dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên asur li bakurê Til Temirê zêde kirin û hewl dan ku herêmên li derveyî rêkeftinên agirbestê ne, dagir bikin. Di encama êrîşên komên çete de hejmarekê ji pêkhateya asur neçar man ku ji gundên xwe koçber bibin.

* Hêzên dagirker bi tank, top û balafirên bêmirov li ser gundên Ezîziyê, Dawûdiyê, Erbeîn û Til Lebenê domandin û hewl da van gundan dagir bikin. Balafirên bêmirov ên artêşa dagirker ambulanseke ku dixwest brîndaran ji herêmê derxe jî hedef girt û di encamê de ew seyare şewitî, her wiha ajokarê wê şehîd ket.

*Her wiha hate çavdêrîkirin ku artêşa dagirker li gelek herêmên sîvîl mayinan diçîne da ku gelê sîvîl nikaribe vegere cihên xwe.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker û komên çete bi çekên giran, tank, obus û balafirên bêmirov êrîşî gundên Mesûdiyê, Kefîfê û Xirbit Beqereyê kirin û hewl dan van herêman dagir bikin. Artêşa dagirker bi balafirên bêmirov gelek qad bombebaran kirin.

* Di encama berxwedana hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî jî li hemberî êrîşan de, hejmareke çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin.

* Di van êrîşên bi tank, top û balafirên keşfê de 4 hevalên me û hejmarekê şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan şehîd bûn. Her wiha 14 hevalên me jî birîndar bûn.”

Dikarî Biecibînî