Kurê parlamentera HDP’ê hat binçavkirin

Kurê parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun ê bi navê Muhammet Şiyar Tosun ji hêla polîsan ve hate binçavkirin

Kurê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun ê bi navê Muhammet Şiyar Tosun (18) li Amedê hat binçavkirin.

Hat zanîn ku Tosun bi îdiaya ‘Tev li bûyera êrîşa li dijî polîsan bûye’ hat binçavkirin. Polîsên dewleta tirk Tosun birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. AMED

Dikarî Biecibînî