‘Gelê Başûr li dijî dagirkeriyê boykotê weke çekekê bi kar tîne’

Aborînas Neberd Kerîm diyar kir ku boykota li Başûr du encamên baş afirandî ne û wiha dom kir: “A yekemîn, gelê me li dijî dagirkeriya dewlet tirk weke çekekê bi kar tîne. Ya din jî ji bo zêdekirina berhemên navxweyî û geşkirina aboriyê firsendeke mezin e.”

Kampanyaya boykotkirina malên tirkî  ya ku li başûrê Kurdistanê piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin, li başûrê Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibe. Têkildarî mijarê aborînas û mamostayê Zanîngeha Silêmaniyeyê Neberd Kerîm ji Rojnewsê re axivî.

Neberd Kerîm got ku du aliyên erênî yên boykotê hene û wiha dom kir: “Ya yekemîn, gelê me vê yekê li dijî dagirkeriya dewleta tirk weke çekekê bi kar tînin. Ya din jî ew e ku bi vê yekê re berhemên navxweyî zêde dibin û bazirgan girîngiyê didin berhemên navxweyî.”

Kerîm anî ziman ku mirov çi qasî girîngiyê bide berhemên navxweyî, ev yek ewqas ji bo zêdebûna kar jî dibe firsendek û wiha dom kir: “Niha dikarin sîstema bazirganiyê biguherînin. Têkildarî sektora pîşesazî, turîzm û çandiniyê di her şert û mercî de Herêma Kurdistanê dikare piştgiriyê bide aboriya navxweyî. Divê gel berhemên navxweyî bi kar bîne. Yên ku li herêmê nebin jî bila ji yên welatên cuda peyda bikin.”

Ji bo hikûmeta Başûr çend pêşniyar

Herî dawî jî Kerîm ev nirxandin kir: “Pêwîst e kabîneya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê budçeya ji bo veberhêneriyê zêde bike. Divê zêdetir girîngiyê bide çandinî, pîşesazî û turîzmê. Hikûmet ji bo bihêzkirina aboriya navxweyî divê li ser berhemên ji derve tên bacê zêde bike. Ev jî ji bo mirov zêdetir girîngiyê bide berhemên navxweyî dibe sedemek.” SILÊMANIYE

Dikarî Biecibînî