‘Her malên tirkî ku tên kirîn dibe çek û li ser kurdan tê bikaranîn’

Welatiyê Kerkûk Silêmaniyê têkildarî boykotkirina malên tirkî û rêzefîlmên tirkî axivîn û diyar kirin ku her kelûpeleke tirkî ya bê kirîn dê bibe çek û li hemberî gerîla, pêşmerge û şervanên kurd bê bikaranîn

Pêngava boykotkirina malên tirkî ya weke berteka gel a li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser rojavayê Kurdistan hat destpêkirin, her diçe berfireh dibe. Ji gelek beşên civakê jî pêşniyar û gavên berfirehkirina boykotê tên. Hunermend û welatî daxwaz dikin ku tevî berhem û kelûpelên dewleta tirk divê rêzefîlmên wan ên li ser civaka kurd tesîreke pir neyînî çêdikin jî bi temamî bên boykotkirin.

Têkildarî boykotkirina malên tirk û rêzefîlmên tirk welatiyên Kerkûk û Silêmaniyê axivîn.

Jina bi navê Leyla Mecîd da diyarkirin ku divê her kes malê tirkî boykot bike û got ku ji bo ew malê tirkî nekirin, amade ne nanê hişk bixwin, ji ber ku malek bê kirîn dibe çek û li ser kurdan tê bikaranîn.

Ciwanê bi navê Rêbîn Sebur diyar kir ku başûrê Kurdistanê dema borî bûye sedema bihêzbûna aboriya Tirkiyeyê û wiha got: “Zêdetirî malên li bazarê tirkî ne, lê ji ber şerê li ser rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi boykotê heye. Ji bo vê pêwîst e em hemû bi hevre aboriya Tirkiye û dijminê xwe lewaz bikin.”

Welatiyê bi navê Seed Mela Elî jî li ser heman mijarê da zanîn ku Kerkûk bajarek jiyana hevbeş e û gelek netew têde dijîn û ev tişt anî ziman: “Dibe ku bêjin li Kerkûkê zêdetir kurd hene, lê divê em hemû bi hev re karê baş bikin û malê tirkî boykot bikin.”

Bandora neyînî ya rêzefîlmên tirkî

Welatiyên Silêmaniyê jî li ser boykotkirina rêzefîlmên tirkî axivîn.

Welatiya bi navê Çilçira Osman da zanîn ku rêzefîlmên tirkî û mijarên di wan fîlman de bandoreke neyînî li ser çand û civaka me dike. Çilçira da xuyakirin ku di kanalên kurdî de weşandina rêzefîlmên tirkî xeletî ye û wiha got: “Lewma wezîfeya Wezareta Rewşenbîriyê ye di vê mijarê de bi roleke mezin rabe. Her wiha fîlmên civakî û yên bi feyde teşwîq bike.”

Divê civak ji xwe haydar be

Dayika 58 salî ya bi navê Sefiye Ehmed jî destnîşan kir ku ev ji bandora rêzefîlmên tirkî çavkaniya xwe digire û ev tişt anî ziman: “Ji ber tu carî di nav kurdan de livûtevgerên bi vî rengî qet nebûn û bi taybet xisûsa ku dayikek zaroka xwe biavêje, bixwaze jê xelas bibe li cem me nebûn. Jiyana me pir xweş bû û ji welatiyan daxwaz dikim hinekî bi ser xwe de bên û li xwe haydar bin.”

Welatiyê bi navê Fiwad Sirus jî têkildarî bandora neyînî ya rêzefîlmên tirkî ya li ser civakê wiha axivî: “Rêzefîlmên tirkî hêza têkiliyên welatiyan ji holê rakir. Ew hezkirin û hurmeta di nav ferdên malbatê de heye kêm kiriye.”

Cureyekî mudaxeleyê ye

Hunermend Aware Kerkûkî jî der barê rêzefîlmên tirkî de diyar kir ku ev fîlm cureyekî mudaxeleya li ser civaka kurd e û ev tişt anî ziman: “Ev rêzefîlm şikandina kesayeta jin e. Weke civaka kurd jin li cem me pir mezin û pîroz in. Lê mixabin wan ew tiştên kirêt xistin nav civaka me. Ev beriya her tiştî derba li çanda kurdî ye. Ji aliyê din ve jinên kurd, şervanên YPJ, Xanzadî Mîrê Soran, Hepsexanî Naqip, bi dehan dayikên Amîne û Leyla Qasim in ên singa xwe kirin mertal. Her kelûpeleke tirkî ya bê kirîn dê bibe çek û li hemberî gerîla, pêşmerge û şervanên kurd bê bikaranîn. Divê beriya her tiştî rêzefîlmên tirkî bên boykotkirin.” KERKÛK – SILÊMANÎ

 

Dikarî Biecibînî