Başaran: Aştiya Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku Ocalan weke kesek li Îmraliyê nayê girtin, weke îradeya gelê kurd tê girtin û anî ziman ku aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de ye

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê didomin, êrîşên li ser gelê kurd, tayînkirina qeyûman û yekitiya neteweyî ji ajansa ANF’ê re axivî.

Başaran anî ziman ku Tirkiye di 9’ê cotmehê de li dijî rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşa dagirkirinê kir û wiha got: “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployek navnetewî dest pê kir. Êrîşa 9’ê Cotmehê ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê di salvegerê de pêk hatiye û ev êrîşa dagirkirinê ne tesadufî ye.”

Di encama têkoşînê de hevdîtin pêk hat

Başaran da zanîn ku demeke dirêj e li ser Ocalan tecrîdeke giran a bênavber tê meşandin û wiha domand: “Divê van hevdîtinan de ku carinan hatine kirin, mirov weke tecrîd rabûye nenirxîne. Me ev gelek caran îfade kir û nirxandinên giştî jî bi vî awayî ne. Di pêvajoya ji 15’ê Sibata 1999’an dema birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin û li Girava Îmraliyê hat girtin ku 20 sal çêbû, di vê pêvajoyê de di siyaseta Tirkiyeyê û cîhanê de gelek caran guhertin çêbûn, şer û xitimanên mezin rû dan. Gelek problemên mezin derketin holê. Ango pêvajoyeke wisa bi xwe re anî. Lewma merheleya birêz Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û radestî Tirkiyeyê hat kirin ku weke komployekê hat nirxandin, tenê ne di şexsê Ocalan girtin û anîna wî ya Tirkiyeyê weke parçeyekî siyaseta dihat xwestin li Rojhilata Navîn bê kirin, hat nirxandin. Li gor guhertinên demî yên siyaseta Tirkiyeyê yan jî di encama têkoşîna gelê kurd a di encama hewldanên mezin de hinek hevdîtinên demî çêdibin. Lê belê tecrîd ev 20 sal in hebûna xwe diparêze. Ew dever giravek e û ya rastî girav bi xwe kirine girtîgeh.”

‘Îmrali tenê girtîgeheke nîne’

Di axaftina xwe de Başaran destnîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê di dîrokê de jî tim weke navendeke siyasî û sîstemekê hatiye qebûlkirin û da zanîn ku li Îmraliyê tenê girtîgeheke nîne û wiha pêde çû: “Girav bi xwe li gor hatina birêz Ocalan hatiye dîzaynkirin. Girtina birêz Ocalan a li wir divê mirov tenê weke girtina kesekî negire dest, helbet hinek aliyên wê yên hiqûqî hene. Lê ji derveyî aliyê wê yê hiqûqî, nêzîkatiyeke polîtîk û nêzîkatiyeke li hemberî gelê kurd divê mirov bibîne û binirxîne. Ji ber birêz Ocalan tenê kesek nîne, bi milyonan mirovan îmze kom kirin, herî dawî bi sedan bi hezaran mirovan di sala 2018-2019’an de ji bo tecrîda li ser rabe bedena xwe dan ber mirinê û ketin greva birçîbûnê. Birêz Ocalan mirovekî wiha ye ku siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn diyar dike. Weke di nêrînên wî yên di hevdîtinên dawiyê de em dikarin fêm bikin, rewşa îro li Rojava rû da ku pêşbînî kiribû, têkildarî wê hişyarî kiribûn û çareserî pêşkeş kiribû. Ya rastî birêz Ocalan li wir weke kes nayê girtin, weke îradeya gelê kurd tê girtin. Weke hêviya jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê tê girtin. Niha aştiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de tê girtin. Ji ber dema mirov li tevahî navberên pêvajoyên ku hevdîtin tên qutkirin û tecrîd tê girankirin dinêrin, em dibînin ku tim şer pêş ketiye, siyaseta înkar û îmhayê derketiye asta herî jor, dîsa dagirkirina Rojava ya ji aliyê Tirkiyeyê ve heye. Ev mijareke ku mirov bi hêsanî bigire dest nîne.”

‘Ocalan kilîda aştiyê ya Rojhilata Navîn e’

Başaran anî ziman ku li dewsa aştiyê siyaseta Tirkiyeyê helwesta xwe di aliyê şer û dagirkirina Rojava de danî, li bakurê Kurdistanê li hember gelê kurd di aliyê fizîkî û çandî de li ser tunekirina nasnameyê tercîhek kir û siyaseteke wiha meşand. Başaran derbirî ku nuqteya ew gihiştinê careke din rewşeke tecrîda mutleq a zêde ye û axiftina xwe wiha berdewam kir: “Divê ev bi tenê ji bo gelê kurd girîng neyê dîtin, ji aliyê gelên Tirkiyeyê jî ve hewce ye girîng bê dîtin. Ji ber hevdîtinên Ocalan tenê tesîrê li ser me nake, bêguman herî zêde kurd bandor dibin, lê belê her hevdîtina bi Ocalan re tê kirin tesîrê li ser Tirkiyeyê dike. Me mînakên wê di navbera salên 2013-2015’an de dît. Pêvajoyek hat meşandin. Pirgirêka kurd a bibû kangren û di asta navneteweyî de hebûna xwe bi awayekî aktîf dida hîskirin ku dikare çareser bike bi awayekî pir zelal îfade kir. Li Dolmabahçeyê deklarasyoneke ji 10 xalan hat weşandin. Ya rastî nexşerêyek derket holê. Lê mixabin desthilatdarî ji bo hebûna xwe ava bike, Erdogan ji bo desthilatdarî, pêşeroj û siyaseta xwe ava bike, firsendeke dîrokî dahf da. Ev tenê ne ji bo kurdan ji bo gelên Tirkiyeyê jî şensek bû. Sedema Tirkiye îro di siyaseta derve û hundir, di aboriyê de ev qasî bi bin ket ew e ku ji vê siyasetê dûr ket. Lewma em dibêjin hê jî ne dereng e.”

‘Çareserî li cihekî nêz e’

Di domandina axaftina xwe de Başaran da xuyakirin ku çareserî li Amerîka, Ewropa û Rûsyayê nîne û ev tişt anî ziman: “Dibe ku Tirkiye ketibe nav çiravekê. Hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û dagirkirina Rojava dibe ku ji bo demeke kurt çîrokeke qehremantiyekê bide Tirkiyeyê. Ew hezeyana beşên neteweperest daxistibe, dîsa mimkun e faşîzm gur kiribe û di nav beşan de danûstendinek çêkiribe. Lê belê demeke dirêj mayîna li Sûriyeyê wê têkildarî gelên Tirkiyeyê û me hemûyan feydeyekê neyîne. Lewma em dibêjin hê jî dereng nîne. Ji bo pêşeroja me û gelên Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, em wisa yeqîn dikin, pêwîst e careke din ev hevdîtin pêk werin. Tenê ne em îro li Tirkiyeyê kesên xwe weke alîgirên jiyana hevpar a li Tirkiyeyê, alîgirên demokrasiyê, azadiyan, îfade dikin divê di vî alî de bangawaziyan bikin û çareseriyê weke Îmralî nîşan bidin. Ne dagirkeriya li Sûriyeyê ne jî siyaseta tesfiyekirinê ya li Tirkiyeyê wê me negihîne tu deveran. Ji bo vê tu maneya pêkanîna hevdîtinên navneteweyî nîne. Çareserî li Amerîka, Ewropa û Rûsyayê nîne. Çareserî li cihekî pir nêzî Enqereyê, çend kîlometreyan dûrî Enqereyê ye û bi qasî dûrahiya di mesafeya çavan de li Îmraliyê ye. Me berê ev tecrûbe kir û dît. Lewma divê beşên alîgirên çareseriyê di vî alî de bang li desthilatdariyê bikin û rê nîşan bidinê da ku ji vê şaşiya xwe vegere.”

Dîroka êrîşan ne tesaduf e

Başaran anî ziman ku Tirkiye di 9’ê Cotmehê de li dijî rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşa dagirkirinê kir û wiha got: “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployek navdewletî dest pê kir. Êrîşa 9’ê Cotmehê ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê di heman salvegerê de pêk hatiye, ne tesaduf e. Çawa em 9’ê Cotmehê weke komployeke navneteweyî dinirxînin, em vê tenê weke gotin nabêjin. Dema mirov bi kurtasî li dîrokiya wê demê dinihêre, li holê ye ku agahiya Tirkiyeyê jî jê nebû bê çima birêz Ocalan radestî wan kiribûn. Serokwezîrê demê Ecevît digot, ‘Em nizanin bê çima Ocalan radestî me kirin.’ Paşê di belgeyên derketin holê de, xuya kir ku derxistina birêz Ocalan ji Sûriyeyê di bin kontrola gelek hêzên navnetewî de pêk hatiye. Dîsa piştî derxistina birêz Ocalan ji Sûriyeyê geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ji aliyê me hemûyan ve tê zanîn, me xwend û jiya. Divê tercîhkirina dîrokê weke tesaduf neyê nirxandin. Çawa birêz Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê hat derxistin bi heman awayî 9’ê Cotmeha 2019’an di salvegera komployê de, hewldana dagirkirina Rojava pêk hat. Ev dagirkerî têkildarî li qadên din jî belav bibe hê didome. Ev bi tenê bi biryara Tirkiyeyê pêk nehatiye. Niha li Sûriyeyê gelek hêz hene û ev hêz dixwazin nêrîn, siyaset, polîtîka û perspektîfên xwe pêk bînin. Ne li vir bin jî bi rêya hinek hêzên li vir dixwazin nêrîna xwe pêk bînin. Bi vê re hemû hêzên navneteweyî nîşan dan ku pergala li Rojava li hember pergala kapîtalîst alternatîfek e. Ev di heman demê dewama komploya navneteweyî ye û weke şêwzekî wê yê din derdikeve pêşiya me. Çawa birêz Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û xwestin bi vê gelê kurd bê rêber bihêlin a rastî piştî 20 salan 9’ê Cotmeha 2019’an bi êrîşa pêk hat dixwazin, li Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê kurdan bê statû bihêlin. Ya duyemîn dixwazin hêviya jiyana nû ya li Rojava derket holê, pergela wekhevîxwaz, azadîxwaz, jiyana hevpar diparêze, nêrîna azadîxwaziya jin û ekolojiyê, nêrîna pêşengiya jinê hildigire bêyî mezin bibe, bifetisînin. Di vir de Tirkiye tenê rûyê xuya dikir û yê li pêş dihat dîtin. Di pêş de hat şandin û hiştin êrîş bike. Ev bi tenê weke biryereke Tirkiyeyê nikare bê dîtin. Di hevdîtinên li Amerîka û Rûsyayê pêk hatin me dît ku ew hêz xwedî heman nêrînê ne.”

Tirkiye hildiweşe

Başaran destnîşan kir ku dema Tirkiyeyê dagirkerî da destpêkirin bendewariyên wê yên cuda hebûn û wiha dom kir: “Erdogan niha yek ji kesên hikûmeta AKP-MHP’ê bi rê ve dibe, bi xeyalên xwe yên Osmaniya nû re kurdên bi siyaseta xwe kirin dijmin xwestin kurdan bêstatu bihêlin. Li aliyê din jî xwestin bi vê hilweşîna xwe di hundir de bisekinînin. Me ev di hilbijartinên 31’ê Adarê û 7’ê Hezîranê dît. Dîsa di aliyê aborî de jî Tirkiye hildiweşe, mirov xwe întihar dikin. Weke gelek dîktoran jî bi avakirina dijminekî derve xwestin berê mirovan bidin cihekî din û di hundir de yekitiyekê çêbikin.”

‘Civak şer naxwaz e

Di axaftina xwe de Başaran got ku qetilkirina Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê, dîsa serokê DAIŞ’ê Bexdadî ku li cihekî nêzî Tirkiyeyê hat kuştin dê sibe di asta navneteweyî de derkeve pêşiya dewleta tirk û detnîşan kir ku civaka tirk bi piranî şer naxwaze û li ser axaftina xwe ev tişt zêde kir: “Dewleta tirk bi zextan civak pelçiqandiye. Êrîşî her aktîvîte û çalakiyeke civakî dike. Mînak dema me xwest ji bo parastina Heskîfê tiştekî bikin û hêz bi kar anî. Tehemûla dewletê ji tiştekî herî biçûk a civakî re nîne. Niha dixwaze li deverên li Rojava dagirkirine çeteyan bi cih bike û kembereke Selefî çêbike. Lê belê li hember wê dagirkeriyê berxwedan tenê bi çek nîne, berxwedana nasnameyên gelên cuda ya jiyana hevpar e. Ji ber di sîstema li bakur – rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, kurd, ermenî, ereb, suryan û tirkmen hene. Ev îrade li hember wê dagirkeriyê têdikoşe. Tişta Tirkiye dixwaze bike ya rastî dikare di siyaseta Rojhilata Navîn de rê li ber krîzên mezin jî veke. Tirkiye xwest ji çirava tê de bi ketina çirava Sûriyeyê xwe xelas bike, lê belê heta niha mixabin kesek wisa bi ser neketiye.”

Armanca Tirkiyeyê

Başaran da zanîn ku armanca sereke ya Tirkiyeyê ew e ku kurd nebin xwedî statû û ev tişt anî ziman: “Tirkiye têkildarî Rojava pêşî got, PKK paşê got PYD-YPG lê belê em hemû dizanin ku armanca wan ew e ku kurd nebin xwedî statû. Ji bo ev pêk neye, êrîş dike, li hember hêzên navneteweyî çokan datîne û gelek tawîzan dide. Me ev herî dawî di referanduma serxwebûnê ya li başûrê Kurdistanê dît. Di vê mijarê de me nêrînên xwe berê parve kiribûn, lê belê daxuyaniyên dewletekê ya li hember wê referandûmê dijmintiya li hember gelekî ye. Erdogan di mîtîngan digot, ‘Em ê misliqan bigirin dê ew ji birçîbûnê bimirin.’ Paşê jî li hember wê siyasetek meşand. Li dû wê jî Efrîn hat dagirkirin. Tu carî Rojava kevirek jî neavêt Tirkiyeyê. Tevî vê jî Efrîn ji aliyê çeteyan ve hat dagirkirin, mal û milkên gel hatin talankirin. Dîrok û hebûna kurdan a li wir tê tunekirin. Çeteyan cara pêşî li Efrînê peykerê Kawayê Hesinkar ê ji bo kurdan sembolek bû hilweşand.”

‘Divê li dijî parçekirinê em bibin yek’

Her wiha Başaran bal kişand ser Yekitiya Neteweyî ya Kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Van êrîşan têkildarî kurdan nîşan da ku divê yekitiya xwe çêbikin, ji ber li her cihî di bin êrîşan de ne. Dîsa ez wisa yeqîn dikim ku kurdan dît piştî sed salî careke din hêzên derve bi destê Tirkiyeyê dixwazin wan bê statû bihêlin û li hember wê berteke hevpar girtine. Tê gotin ku piştî her tengasiyê xêrek heye. Û ez bawer im vê tengasiyê deriyekî xêrê ji kurdan re vekir. Lewma tenê ne partî divê hemû kurd malbat, bavik, eşîretên xwe deynin aliyekî û yekitiya xwe çêbikin, di vê pêvajoyê de bibin xwedî statû. Divê zanibin, Rojhilat Bakur e, Başûr Rojava ye. Kongreya Neteweyî pêk bînin. Birêz Ocalan di mijara yekitiya neteweyî de gelek caran bang kir, ev dermanek e. Di vê sedsalê de ji derveyî wê şensê me nîne. Pêwîst e em xwe ji bo kongreya neteweyî amade bikin, em bên cem hev û têkoşîneke hevpar pêk bînin. Me ev li Kobanî bi ser xist. Ya rastî Kobanî ruhek bû. Ruhekî yekitiyê hatibû bi dest xistin. Ev ruh hê li Kobanî heye. Ger em wî ruhî bi dest bixin, li Tirkiyeyê jî em ê li hemberî qeyûman helwesteke hevpar karibîn nîşan bidin û careke din şaredariyên xwe bi dest bixin. Ew dixwazin me parçe bikin, lewma li hember wê divê em jî bibin yek.” ÊLIH

Dikarî Biecibînî