Tahîr Elçî hat bibîranîn

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê berê di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de bi meşeke girseyî ya heta ber Minareya Çar Ling hat bibîranîn. Her wiha li Enqereyê jî parêzerên ku xwestin daxuyanî bidin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin

Baroya Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî di 4’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de bi bîr anîn. Bi beşdariya serokên 25 baroyan û sedan parêzer li ber Dadgeha Amedê kom bûn û pişt re heta Minareya Çar Ling a Sûrê ku Elçî li berê hatibû qetilkirin meşiyan. Meş û daxuyanî di bin dorpêçkirina polîsan de pêk hat. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz û Ebrû Gunay, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî bernameya bîranînê bûn. Serokê baroyên bajarên herêmê û bajarên wek Bûrsa, Aydin Antalya jî amade bûn. Parêzeran di meşê de pankarta ‘Em te ji bîr nakin’ hildan û bênavber dûrişmên ‘Tahîr Elçî nemir e’ û ‘Tahîr li vir e kujer li ku ne?’ berz kirin.

Girseyê deqeyek rêz girt û saet di 10.53’an de yanî di kêliya Elçî hat kuştin de daxuyaniya çapemeniyê dan.

Piştî rêzgirtinê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin daxuyanî da û bi bîr xist ku Tahîr Elçî 4 sal berê li ber Minareya Çar Ling hat kuştin. Aydin da zanîn ku ew ê Elçî bi dijderketina şer û aştîxwaziya wî bi bîr bînin û li welat her ku diçe mafên mirovan ber bi nebaşiyê ve diçe û cînayetên faîlê nediyar bi hevkariya îdareyê û darazê tê niximandin û êdî behsa aştiyê ku xeyala Elçî bû jî nayê kirin.

‘Dixwazin şer bikin pariya jiyana me’

Aydin anî ziman ku dixwazin şer di jiyana civakê de bicih bikin û wiha got: “Dildar Serok Tahîr Elçî dixwest ku şerê nav bajaran were rawestandin û bajar û dîrok neyê talankirin. Belê ev şer bi dawî bûn. Lê serokê hêja tu zanî niha şer li Efrîn Ezez, Kobanê, Cerablûs, Qamişlo, Girê Spî û Serêkaniyê yanî li serxet û binxetê didome. Li Nisêbîn û Kaniya Xezalan însan hatin qetilkirin.”

‘Em ê vê dinyayê biguherînin’

Aydin destnîşan kir ku herêma pevçûnê ya li Sûrê 4 sal in hêj girtî ye û ev tişt anî ziman: “Çand û dîrok dem û dûz kirin. Serokê hêja tu rehet rakeve. Em dizanin cihê ku tu çûyê ne bi tenê yî. Li gel te Apê Mûsa, Şevket Epozdemîr, Medet Serhat, Metîn Can, Yusuf Ekîncî û gelek kesên din hene. Lê ji bîr neke! Em hempîşeyê te û dostên te yên hêja li pey te têkoşîna te didomînin û em li ser rêya te dimeşin. Te dît gotinek heye dibêjin ‘Wê kesên dilmezin vê dinyayê biguherînin.’ Bizanibe, me di vê mijarê de soz daye te, em ê vê dinyayê biguherînin. Em te carek din bi hezkirin, hurmetî û hesret bi bîr tînin.”

‘Dîsa saet 10.53 e’

Piştî Aydin, hevjîna Elçî, Turkan Elçî axivî û ev tişt anî ziman: Em dîsa hatin ber deriyê Minareya Çar Ling. Dîsa navberek serê sibê û nîvro ye. Dîsa saet 10.53 e. Em hatin vir ku îbretiya hiqûqê û temenek kurt ê zêmarekî ji vê kolana kevir re bêjin. Dîsa di laşê me de birîn û kedera dil e. Di tariya şevê de bêhna mirinê tê. Piştî çûyîna te di dilê me de bajarek xerabeyî radikeve. Ji bo çi şiyar nabe. Kuçeya ku tu lê raketî şikestî ye û ji hev ketî ne. Ku ez bêjim çûyîna te me bi tenê hişt lê wê her tişt kêm bimîne. Yê ku ji vê kuçeya teng kêm bû tu bûyî. Ya ku zêde bû mirin bû. Pişt re her tişt kêm bû. Mesele aramiya me, azadiya me, hêviyên me kêm bûn. Were me ji vê qelebalixiya bêdeng rizgar bike.

Dîsa em hatin deriyê minareya çar ling. Dîsa meha Mijdarê ye. Dîsa payîz e. Kefa destê me vala ye. Dilê me li ser dilê me ye. Me edalet neanî vê kuçeyê. Edalet di bêkesiya şevê de ye. Tu çûyî ji malê û li mala me ji bilî êşê tiştek nîne. Şer hêsirên çavê me ziwa kir. Mirî di xîza deryayên çavê me de ma. Tu çûyî û mirinên bêwext zêde bûn. Em bi tenê man, were me rizgarar bike ji vê neheqiyê. Te dilê xwe da destê xwe û hatibûyî vê kuçeyê. Tenê hatibûyî. Ji bo tu mirinan rawestînî lê mirin zêde bûn û tu bi ku ve çûyî.

Em hatin ber kevirên reş. Ji roniya xwe ber bi tariyê ve qîr bike. Ji me re behsa pîroziya jiyanê bike. Wek ku tu bi salan li dijî îşkence û neheqiyê derketî û xwedî li maf, hiqûq û fikirandina azadiyê derketî, dîsa qîr bike. Te ferqiyê nexist navbera dîn, ziman û nijada tu kesî. Te ji bo her kesî jiyanek wekhev û edalet dixwest. Rabe û carek din edaletê û hiqûqê nîşanî van kesên li kujeran nagerin û hevkariya kujeran dikin bide.

Qîr bike di piştê de lêdana aştîxwazek namerdi ye. Belkî vê şeva bêsibeh biqede. Belkî zilm bêdeng bibe, xwîn bisekine, belkî çarenûsa me derkeve ser rastek xweştirîn.

Dîsa em hatin deriyê minareya çar ling. Dîsa elemek ku raketiye û ji erdê ranabe. Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina te mirinek tesadufî ye. Lê em dizanin roj bi roj hikmê hiqûqê kêm dibe, ser maf tê girtin û kujer dest û milê xwe dihejînin û di kuçeya me ya kevir de dimeşin. Em ê heta dawiya emrê xwe werin vir.”

Piştî axaftinan girseyê qurnefilan danîn cihê Elçî lê ketibû û ber Minareyê û bernameya li vir bi dawî bû. Parêzer piştre çûn serdana gora Elçî ya li Goristana Yenîkoyê.

 

Parêzerên xwestin Elçî bi bîr bînin hatin derpkirin

Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Hiqûqa Civakî, xwestin bi boneya 4’emîn salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li ber Edliya Enqereyê daxuyanî bidin çapemeniyê.

Parêzerên li ber deriyê B ê edliyê kom bûn, ji aliyê polîsan ve bi hinceta ‘Fermana walîtiyê’ û ‘Hûn ji bo welatiyên dixwazin bikevin edliyê dibin asteng’ hatin astengkirin.

Parêzerên di daxuyanî dayînê de israr kirin, dest bi xwendina metna daxuyaniya çepmeniyê kirin. Polîsan di wê kêliyê de êrîşî parêzeran kirin. Polîsên ku bi mergalên xwe mudaxile kirin, parêzer derp kirin. Polîsan dîsa pankarta ‘Em te ji bîr nakin’ a parêzeran amade kiribûn, çirandin û avêtin çopê.

Parêzerên ku bertek nîşanî êrîşa polîsan dan, di nava edliyê de dirûşmên ‘Tahir Elçî nemir e’ û ‘Em hemû Elçî ne, bi kuştinê em xelas nabin’ berz kirin.

Bîranîn, di odeya Baroya Enqerê ya di nava Edliyê de, dewam kir. AMED – ENQERE

Dikarî Biecibînî