‘103 Kevokên Aştiyê’ li ser daran neqş dikin

Navê 103 qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê li ser daran tên neqişandin. Jinên ji vê çalakiyê re pêşengiyê dikin gotin ku dê aştî qet neyê çimisandin

Li Enqereyê komek jin navê ‘Dildarên 10’ê Cotmehê’ ku li xwe kirine, ji bo Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê neyê jibîrkirin, navê qûrbaniyên komkujiyê bi hunera destan honandine û li hin deverên diyar ên Enqereyê li daran dadileqînin. Heta niha dara çinarê ya li cihê komkujiyê û dara ber Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya 10’ê Ctomehê bi navan hatine xemilandin.

Ji dildaran Hatîce Kapûsûz ev tişt anî ziman: “Du salên ewil ên komkujiyê bi pêvajoya doz û dadgehê re derbas bû. Em di sala sêyemîn a komkujiyê de fikirîn ku em çawa dikarin di warê bîrê de başkirin bikin û me dest bi xebatek wiha kir. Me wek komek însan biryar da ku li ser nejibîrkirina komkujiyê em xebatek wiha bikin. Piştî me mijarê zelal kir me di navbera xwe de biryara çêkirina betaniyê da.”

‘Xebatek kolektîf e’

Kapûsûz da zanîn ku betaniyê ji birîndarên komkujiyê û malbatên qurbaniyan re şandine û betaniya ewil ji birîndarê komkujiyê Cîhan Andîç re şandine. Kapûsûz diyar kir ku însan ji cihên cuda beşdarî xebata wan bûne û wiha got: “Ji Norveçê jî însan tev li vê xebata me bûn. Xebatek başkirinê, parvekirinê û germkirinê pêk hat.”

‘Em qûrbaniyan nemir dikin’

Her wiha Kapûsûz da zanîn ku xemilandina daran sembolîk û polîtîk e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Komkujî gelek remzan di nava xwe de dihewîne. Wê aştî qet neyê çilmasindin û dara me ya aştiyê dê nemir e. Me dara aştiyê neqş kir. Em wisa dikin ku qûrbanî neyên jibîrkirin û di nava me de bijîn. Çimkî qûrbanî bi bîranînan dijîn.” ENQERE

Dikarî Biecibînî