Li Til Rifatê 9 sivîl hatin qetilkirin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifat a Şehbayê dan ber topan, zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê saeta di 14:30’an de navçeya Til Rifat a Şehbayê dan ber topan. Artêşa tirk a dagirker dîsa weke her carê jîngehên sivîlan kirin hedef û lêdan. Di encama êrîşê de zarok jî di nav de 9 sivîl hatin qetilkirin. Hate ragihandin ku piranî zarok in û her wiha 10 sivîl jî birîndar bûn. ŞEHBA 

Dikarî Biecibînî