Ciwanên ku li Semalkayê hatibûn binçavkirin hatin berdan

Navenda Nûçeyan

12 ciwanên ji başûrê Kurdistanê ku ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava re derbasî Rojava bûbûn, di vegerê de ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin. Her 12 ciwan jî hatin berdan

Dema ku dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên dagirkeriyê bi ser Rojava de anîbûn, 12 ciwanên ji başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta tirk, çûbûn rojavayê Kurdistanê.

Ciwanên ji başûrê Kurdistanê dema ku vegeriyan li Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûr de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin.

Ciwanên ku ji hêla PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Dikarî Biecibînî