HSD: Êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê didomin

Navenda Nûçeyan

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Til Temir û Eyn Îsayê didomin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya 24 saetan a Berxwedana Rûmetê ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.

Daxuyaniya HSD’ê wiha dom kir:

TIL TEMIR

* Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvro çeperên Meclisa Leşkerî ya Suryan ên li gundê Um El Kêfê bombebaran kirin.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundên Korik û El Kurdî topbaran kirin. Bi topên dagirkeran ziyanên madî çêbûn.”

Dikarî Biecibînî