Boksorê kurd serkeftina xwe diyarî gelê xwe kir

Navenda Nûçeyan

Boksorê kurd Serdar Altaş ku di pêşbirka li Swêdê de bi ser ket, serkeftina xwe diyarî gelê xwe kir. Altaş got; ‘Diviyabû ku bi ser biketama. Ji ber ku ez ji windahiyekê têm. Ez vê serkeftinê diyarî gelê kurd dikim ku ji bo azadiya xwe şer dike.”

Boksorê kurd Serdar Altaş ê 23 salî li bajarê Stockholm ê Swêdê di pêşbirka Superior Cahallengeyê de hevrikê xwe yê ji Perûyê Wilbert Huaman têk bir. Altaş piştî ku bi ser ket, alaya Kurdistanê vekir. Altaş wiha got: “Diviya bû ku bi ser biketama. Ji ber ku ez ji windahiyekê têm. Ez vê serkeftinê diyarî gelê kurd dikim ku ji bo azadiya xwe şer dike.”

Hêjayî gotinê ye ku Altaş di Şampiyonaya Federasyona Hunerên Lihevxistinê ya Tevlihev a Navneteweyî ya sala 2017’a de xelata madalyaya zêr wergirtibû û di şampiyonayên Efrîqa û Ewropa yên 2016’an de jî xelatên madalyayên zêr wergirtibû.