Agahî ji 2 HDP’iyan nayên girtin

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Nurullah Uzgun û endamê partiyê yê bi navê Îlyas ku paşnavê wî nehat zanîn, dema ji Wanê diçûn Agiriyê hatin binçavkirin. Têkildarî her du HDP’iyan de tu agahî nayên girtin

Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nurullah Uzgun û endamê partiyê yê bi navê Îlyas ku paşnavê wî nehat zanîn, duh bi otobusa nav bajaran ji Wanê çûn Agiriyê. Lê ji wê demê ve heval û malbatên wan jê agahî nagirin.

Li gorî agahiyan, Îlyas li noqteya polîsan a li navçeya Erdîş a Wanê û Nurullah Uzgun jî li noqteyeke polîsan a li navçeya Xamûr a Agiriyê ji otobusê hatiye derxistin. Ji wê demê ve tu agahî ji Îlyas û Uzgun nayên girtin. AGIRÎ

Dikarî Biecibînî