Ji bo girtiyên nexweş di sala 2019’an de tiştek neguherî

Di sala 2019’an de pirsgirêka girtiyên nexweş dewam kir. Li girtîgehan hîn hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku ji aliyê binpêkirina mafan ji bo girtiyên nexweş di sala 2019’an de tiştek neguherî ye

Pirsgirêka girtiyên nexweş a li girtîgehan di sala 2019’an de jî nehate çareserkirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bi wesîleya 26’ê Cotmehê Roja Mafên Nexweşan têkildarî girtiyên nexweş daxuyaniyek weşandibû û li gorî daxuyaniyê hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan hezar û 333 kes in ku rewşa 457 ji wan giran e.

Seroka ÎHD’ê yê Stenbolê Gulseren Yolerî der barê rewşa girtiyên nexweş a sala 2019’an axivî.

Yolerî anî ziman ku ne tenê di sala 2019’an de di salên bihurî de jî pirsgirêkên giran derketin pêşiya girtiyên nexweş û wiha got: “Mixabin tu ji wan pirsgirêkan bi rengekî mayînde nehatin çareserkirin. Di salên derbasbûyî de ji bo mijar ji wezaretan û meclisê re bê ragihandin gelekî kar hatin kirin. Di encama hin helwdanan de rewşa hin mehkûman hate sererastkirin an jî çareserkirin. Mînak hin nexweşên ku ji ber nexweşiyê nikarin li girtîgehê bimînin hatin berdan, lê belê ev yek jî bi hewldaneke mezin a ji bo mehkûmekî hate kirin. Halbûkî ev pirsgirêk bi sîstemeke wekhev a ji bo mehkûm û girtiyan hemûyan dikare bê çareserkirin.”

Bi dehan girtiyên nexweş hene

Di axaftina xwe de Yolerî diyar kir ku Wezareta Edaletê agahiyên der barê girtiyên nexweş de sala dawî aşkera nekiriye û ragihand ku bi dehan girtiyên nexweş hene ku ew navê wan jî nizanin.

Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Yolerî destnîşan kir ku revîr yek ji pirsgirêkên sereke yên tenduristiyê yên li girtîgehane û got ku li gelek girtîgehan tenê doktorek li revîrê heye. Yolerî diyar kir ku ji giliyên hatin kirin ew hîn bûn ku sewqkirina ji bo nexweşxaneyê tenê mehê carekê tê kirin û wiha domand: “Ev pêkanîn bêyî ku li nexweşiya wî şexsî binêrin dikin. Lewma mirovekî bi nexweşiyeke giran ketibe û divê teşhîsa wê neyê dereng xistin, bi vê nêzîkatiyê di nava mirinê de tê hiştin. Zarokekî ku serî li komeleya me da ji ber êşa qirik, bêhalî diçe revîrê. Lê belê yên li revîrê jê re dibêjin ku tenê ji ber sermayê nexweş ketiye. Dema zarok israr dike ku diêşe, hingî jê re dibêjin ‘ji bo balê bikişîne ser xwe vê dike’. Di encamê de em hîn bûn ku ew zarok bi lösemiye ketiye û mixabin ji ber ku tedawî nebû jiyana xwe ji dest da. Bi mehan teşhîs kirin, piştî ku teşhîs kirin ew nebirin nexweşxaneyê, li qawişeke nexweşxaneyê geriyan, ji bo wê jî ew sekinandin.”

Mûayenekirina bi kelepçe

Di berdewamê de Yolerî da zanîn ku yek ji pirsgirêkên giran ên girtiyên nexweş jî mûayenekirina bi kelepçeyan û servîsên rîngê ye ku mîna hucreyê ne û ev tişt anî ziman: “Divê doktor mûayeneya bi kelepçeyan ji aliyê tibî ve qebûl nekin. Lê mixabin doktor di vê mijarê de bi berpirsyarî tevnagerin. Di dema mûayenekirina hin girtiyên jin de cendirme naxwazin derkevin derve.”

Yolerî anî ziman ku di dema veguhastina nexweşxaneyê de girtiyên nexweş ên nexweşiyên dil, astim û yên astengdar in divê bi ambûlansê bên veguhastin û wiha got: “Lê belê nexweş bi wesayitên rîngê dibin nexweşxaneyê. Wesayîtên rîngê ku mîna hucreyê ne ji bo veguhastina nexweşan ne rast e. Mînak, ew nexweş heta dema randewûyê tên rawestandin. Dema karê yekî qediya, heta yên din hemû mûayene bibin ew neçar tê hiştin ku bê rawestandin.”

Her wiha Yolerî ragihand ku pirsgirêk berfireh in û divê tavilê hejmara doktorên li girtîgehan bê zêdekirin, revîrên girtîgehan û nexweşxane hîn bêhtir bi derfetên tedawîkirinê bin. STENBOL 

Dikarî Biecibînî